Uçar: Her ku jin azad dibe îktîdar dê winda bike 2024-03-14 16:57:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyên li gelek bajaran berdewam kirin û gel eleqeyeke mezin nîşan da. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di hevdîtina bi jinan re de got: “Her ku jin azad dibe, îktîdarê bêhtir qels dibe û dê winda bike.”    Xebatên hilbijartinê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li gelek bajaran berdewam kirin. Di xebatan de gel eleqeyeke mezin nîşanî partiyiyan da. Xebatên hilbiajartinê tax bi tax, mal bi mal hatin meşandin û di xebatan de hat destnîşankirin ku pergala hevserokatiyê dê têkoşîna azadiyê mezintir bike.    ŞIRNEX   DEM Partî xebatên xwe yên hilbijartinê yên li Şirnexê didomîne. Ji bilî namzetên Hevşaredariyê yên Şirnexê yên DEM Partiyê Bêrîvan Kûtlû û Tûran Saltan, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnexê Newroz Ûysal Aslan, Zekî Îrmez, aktîvîstên TJA’yê û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê beşdar bûn. Girseya ku ji Taxa Gazîpaşa ya navçeya navendî heta Taxa Vakifkentê meşiya, ji aliyê gel ve bi eleqeyeke zêde hate pêşwazîkirin.    Welatiyên ku endamên DEM Partiyê dîtin, ji şaneşînên xaniyên xwe li ber deriyên malên xwe îşaretên serkeftinê kirin û bi tilîliyan piştgirî dan wan. Girseya DEM Partiyê ku gihişte Taxa Vakifkentê, bi welatiyên li wir kombûyî re govend gerand.    Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê li vir axaftineke kurt kir, anî ziman ku dê di 31’ê Adarê de serkeftineke mezin bi dest bixin. Bayindir, diyar kir ku gelê Şirnexê dê vîna xwe deyne holê û got: “Coş û moralê we qasida serkeftinê ye. Em ê ji keleha berxwedanê bersiva pêwîst bidin qeyûman.”   Girse piştî axaftinê ber bi buroya hilbijartinê ku dê li Taxa Gazîpaşa were vekirin ve, meşiya.   QILEBAN   Li navçeya Qileban a Şirnexê Partiya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi tevlibûna namzetên Hevşaredarên DEM Partiyê Ferîde Ender û Alî Ûrek taxa rapin û gundê Nêrwehê bi girseyî hatin ziyaretkirin û daxwazên welatiyan hate guhdarkirin. Piştre jî li navçeyê bi konvoyê gel hate silavkirin.    CIZÎR   DEM Partî li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî xebatên xwe yên hilbijartinê bi gel re bênavber didomîne. Namzetên Hevşaredariyê yên Cizîrê Guler Tûnç û Abdûrahîm Dûrmûş û kesên bi wan re kargeha tekstîlê ya li navçeyê ye ziyaret kirin û bi kedkaran re hatin bahev.    Partiyiyên ji aliyê kedkaran re bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin, bi karkeran re govend gerandin û pişt re jî serdana esnafên li hala sebzeyî kirin.    WAN   Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ên Wanê yên DEM Partiyê Abdûllah Zeydan û Neslîhan Şedal li navçeyên Artemêt û Rêya Armûşê hin rêze serdan pêk anîn. Zeydan, bi namzetê Hevşaredariyê yê Artemêtê Cemîl Komî re li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Herêmê serdana nexweşan kirin. Namzetên hevşaredariyê yên ji aliyê gel ve bi eleqeyeke zêde hatin pêşwazîkirin, li ber deriyê nexweşxaneyê bi xizmên nexweşan re jî hatin bahev.    ‘NANÊ JI BO HEYWANAN TÊ AVÊTIN MIROV DIXWIN’    Şedal jî bi namzetên hevşaredariyê yên Rêya Armûşê Canan Ûzûnay û Cevdet Altindag re li navçeyê serdana dikandaran kir. Namzetên Hevşaredariyê yên yek bi yek serdana dikandaran kirin, ji wan xizmeta têkildarî paqijiya bajarî hate xwestin. Şedal jî anî ziman ku dê pirsgirêkan bi hev re çareser bikin û di mijara çareseriyê de di nava hewldanan de bin. Ji namzetên ku diçûn her dikanê ji wan re “Dengê me yê we ye. Wextê xwe bi me re xerc nekin” dihate gotin, dikandarekê wiha got: “Em ji van pirsgirêkên aboriyê bêzar bûn. Em her tim diperçiqin, her tim pirsgirêkan dijîn. Êdî bes e. Ez we pîroz dikim. Hêvî dikim ku hûn serbikevin. Min sond xwariye em ê weke malbat dengê xwe bidin we. Min beriya niha dengê xwe dabû AKP’ê poşman im. Em mûhtacî nanekî bûn. Dema namzetên AKP’ê tên ez mirovên ku ji çopî nanî kom dikin nîşanî wan didim. Nanê ku ji heywanan re tê avêtin, mirov dixwin. Êdî bes e.”   QERS   DEM Partî li Qersê xebatên xwe bênavber didomîne. Li navenda bajêr Serokwekîla Koma DEM Partiyê û parlamentera Qersê Gulistan Kiliç Koçyîgît û parlamenterê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, namzetên hevşaredariyê Arzû Savaş Derman û Kenan Karahanci ji bo 14’ê Adarê Cejna Tibê pîroz bikin li Navendên Tenduristiyê ya Malbatê (ASM), Nexweşxaneya Diran, Nexweşxaneya Dewletê ya Harakanî ya Qersê û Nexweşxaneya Tibê ya Zanîngehê serdana nexweşan kirin. Partiyiyan qûrnefîlên sor dan xebatkarên tenduristiyê û cejna wan pîroz kirin. Xebatkarên tenduristiyê anîn ziman ku ji serdana şandeya DEM Partiyê bi keyfxweş in. Endamên partiyê pirsgirêk û zextên li welat li dijî xebatkarên tenduristiyê tên kirin guhdar kirin.    Gergerlîoglû yê li ber ASM’ê axaftineke kurt kir, anî ziman ku tenduristvan tenê di 14’ê Adarê Cejna Tibê de tên bibîranîn û wiha got: “Li vî welatî hêj tenduristvan rastî tundiyê tên. Tenduristvan koçî welatên din dikin û di vê mijarê de Wezareta Tenduristiyê tu bergiriyan nagire.”   Rêxistina Qaxizmanê jî li Taxa Şahîndere, li navçeya Qamûşanê jî li taxa Îstasyonê mal bi mal geriyan û danasîna namzetên hevşaredaran kirin û belavokên hilbijartinê belav kirin.    BEDLÎS   Rêxistina DEM Partiyê ya Tetwanê jî xebatên xwe didomîne. DEM Partî tax bi tax, kolan bi kolan li navenda navçeyê xebatên xwe didomîne. Dayikên Aştiyê, TJA’yê piştgirî da xebatan. Her wiha namzeta hevşaredariyê ya Tetwanê ya DEM Partiyê Belkiza Beştaş Epozdemîr jî tev li bû. Gelek welatiyan partiyi û namzeta hevşaredariyê Epozdemîr bi awayekî bicoş pêşwazîkirin. Zarokan û jinan eleqeyeke zêde nîşanî partiyiyan dan. Ji partiyiyên ku serdana dikandaran kir û belavok belav kirin re welatiyan soz dan ku dê piştevaniya wan bikin.   EDENE    Xebatên hilbijartinê yên Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê bênavber didomin. Namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin a Edeneyê Arîfe Çinar û Mahfûz Guleryuz, namzetên Şaredariya Seyhanê Sever Uzun û Mehmet Karakiş, namzetên Yuregîrê Şukran Efeturk û Îbrahîm Kocaman, nametên Şaredariya Ceyhanê Delal Mamuk û Cemal Gok, namzetên Şaredariya Çukurovayê Feyrûze Gumuş û Mehmet Can Çelîk û namzetên Şaredariya Karataşê Aysel Turkmen û Vejdî Oral li navçeyên Çukurova, Ceyhan, Seyhan û Yuregîrê çûn serdana esnafan, bi gel re hevdîtin kirin û banga xwedîderketina li vîna xwe û çûna ser sindoqan kirin.    'EM Ê JI BO GOTINA JINAN TÊBIKOŞIN’   Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar jî tev li xebatan bû. Uçar û namzet Çinar û Gumuş; li Taxa Daglioglû ya Seyhanê li buroya hilbijartinê ya jinan bi jinan re civiyan. Gelek jin tev li hevdîtinê bûn. Çinar, di hevdîtinê de axivî û wiha bal kişand ser têkoşîna jinan: “Bi şaredariyên em bi dest dixin re dê ji bo şaredariyên ku gotinên jinên kurd û gelê kurd lê derbasdar in têbikoşin.”    'DEMA JIN AZAD DIBE ÎKTÎDAR WINDA DIKE’   Uçar jî ji ewil jin silav kir. Uçar, bal kişand ser tundî û komkujiyên li dijî jinan û ev tişt anî ziman: “Bi azadbûna jinan re îktîdar qels dibe û dê winda bike. Têkoşîna tê dayîn dê bi xwe re azadiya jinê bîne.” Uçar, bi domdarî bal kişand ser rojnameger Nagihan Akarsel ku di 4’ê cotmeha 2022’yan de li Silêmaniye ya başûrê Kurdistanê hatibû qetilkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo ku têkoşîna jinê bêhtir zanistî bibe, têkoşîneke mezin da. Lê bi suîqestê hate qetilkirin. Çi siyasetên jin di nav de cih negirin nikarin civakî bibin.” Di berdewamê de Uçar girîngiya pergala hevserokatiyê vegot.