Bayindir: Em ê mohra xwe li azadiyê bidin 2024-03-14 19:13:04   ŞIRNEX- Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ku beşdarî vekirina buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê ya Şirnexê bû got: “Gava em Newroza xwe pîroz bikin, gava di 31’ê Adarê de biçin ser sindoqan, em ê vê talan û dijminatiyê bi bîr bînin. Em ê mohra xwe li bin azadiyê deynin û bi ser bikevin."   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Şirnexê buroya hilbijartinê vekir. Namzetên Hevşaredariyê yên Şirnexê yên DEM Partiyê Bêrîvan Kûtlû, Tûran Saltan, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnexê Newroz Ûysal Aslan, Zekî Îrmez, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê û bi sedan kes beşdarî vekirina buroyê ya li Taxa Gazîpaşayê bû.    Bi sedan welatî beriya vekirinê li ber buroyê kom bûn û li ber muzîka hilbijartinê ya DEM Partiyê govend gerandin.   Namzeta Hevşaredariyê ya Şirnexê ya DEM Partiyê Bêrîvan Kûtlû ku di vekirinê de welatiyan silav kir, diyar kir ku jin û ciwanên Şirnexê wê îradeya xwe biparêzin û AKP wê di 31'ê Adarê de bersiva herî mezin ji sindoqan bigire.   Paşê Namzetê Hevşaredariyê yê Şirnexê Tûran Saltan axivî. Saltan jî gel silav kir û doza piştgiriyê kir.    ‘KES NIKARE VÎNA GEL BIGUHERÎNE'   Herî dawî Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir axivî. Bayindir diyar kir ku coşa gel mizgîniya serkeftina Şirnexê ya 31'ê Adarê ye. Bayindir diyar kir ku tu kes nikare vîna gel têk bibe û got: “Kes nikare vîna me têk bibe. Hêza wan di dîrokê de tu carî têr nekiriye û ji niha û pê de jî dê têr nake. AKP her tim bi hîle û xurdeyan dixwaze vîna gel biguherîne. Bi hezaran leşker û polîs anîn Şirnexê. Dixwazin vîna Şirnexê biguherînin. Ev bêwefatî ye."    Bayindir bang li gelê Şirnexê kir û got: “Ev banga me ji bo gelê me ye. Divê tu kes nebe parçeyek ji vê neheqiyê. Li dijî me ne tenê AKP heye. AKP, MHP, CHP û dewlet bi leşker û polîsên xwe hene. Lê li gel vê jî em ê dîsa bi ser bikevin. Waliyê Şirnexê kolan bi kolan digere û ji AKP'ê re deng dixwaze. Hin kesan tehdît dike. Ew walî di xizmeta AKP’ê de ye. Yeqîn dikim ku gelê Şirnexê dê di 1’ê Nîsanê de feleka wan şaş bike."    Bayindir got: “Gava em Newroza xwe pîroz bikin, gava di 31’ê Adarê de biçin ser sindoqan, em ê vê talan û dijminatiyê bi bîr bînin. Em ê mohra xwe li azadiyê bixin û bi ser bikevin."   Piştî axaftinan buroya hilbijartinê hat vekirin.