Kesê êrişî wesayîta DEM Partiyê kir hat berdan 2024-03-14 19:30:42   KAYSERÎ – Kesê ku li navçeya Kocasînan a Kayseriyê bi çekê êriş biribû ser wesayîta hilbijartinê ya DEM Partiyê, serbest hat berdan.    Duh bi şev li navçeya Kocasînan a Kayseriyê kesekî bi çekê êriş biribû ser wesayîta hilbijartinê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî). Piştî êrişê êrişkar hatibû binçavkirin. Dadgehê êrişkar serbest berda.