Li Şirnexê 6 kes hatin berdan 2024-03-14 21:15:23   ŞIRNEX- Li Şirnexê 6 kesên ku hatin binçavkirin, serbest hatin berdan.    Li Şirnex û navçeya wê Cizîrê polîsan di 12’ê adarê de bi ser gelek malan de girtıbü. Di serdegirtinên malan de piranî jê zarok bi giştî 6 kes bi hinceta ku “îxbar heye” hatibûn binçavkirin. Her 6 kesên ku hatibûn binçavkirin biribûn Midûriyeta Polîsan a Şirnexê. Piştî 2 rojên binçavkirinê, her 6 kes îro sewqî dozgeriyê hatin kirin.    Piştî îfadeyê li dozgeriyê her 6 serbest hatin berdan.