Girtiyê ku 15 roj berê hatibû berdan jiyana xwe ji dest da 2024-03-14 21:23:30   AMED - Girtiyê nexweş Îsmet Çardak ê ku bi hinceta "ji bo ewlehiya gel xeternak e" demek dirêj berdana wî hatibû taloqkirin û 15 roj berê bi kursiya biteker hatibû berdan, ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest da.   Îsmet Çardak ê ku li Girtîgeha Tîpa R a Xarpêtê ji ber nexweşiya "genetîk mîopatî" dihat dermankirin, piştî îtiraza parêzerê wî Saziya Tipa Edlî (ATK) rapora “nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne” di 28’ê Sibatê de serbest hatibû berdan. Çardak ê ku di meşê de zehmetî dikişand, bi kursiya biteker ji girtîgehê derketibû.   Çardak îro ji ber qeyrana dil li mala xwe jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê Çardak ji aliyê malbat û hezkiriyên wî ve li Goristana Yenîkoyê hat definkirin. Sibe jî dê ji bo Çardak li Mala Sersaxiyê ya Hevedanlilarê sersaxî bên qebûlkirin.   Îsmet Çardak di sala 1992'yan de hatibû girtin û cezayê muebedê lê hatibû birîn û li girtîgehê bi nexweşiya "genetîk mîopatî" ketibû. Ji ber dermankirina şaş nexweşiya wî pêş ketibû