ROJEVA 15'Ê ADARA 2024'AN 2024-03-15 09:00:19   * Çawişê Pispor Tamer Işik, li navçeya Qilebanê bi ser navê AKP’ê li qadê xebatên hilbijartinê dimeşîne û bi gefan ji cerdevan û karmendan ji AKP’ê re deng dixwaze. Rêxistina DEM Partiyê ya navçeyê jî giliyê çawişê pispor kir û xwest bê cezakirin.   * Serap Dogan a qala birayê xwe Mazlum Dogan ê Kawayê Hemdemî tê pênasekirin kir û got: “Wan dixwest di girtîgehê de kurdîtiyê tune bikin. Lê Mazlum rê li ber vê girt."   * Namzetên Hevşaredariyê yên Erdîşê Guler Temel û Baran Bîlîcî li her tax û kolanekê bi coş û xwedîderketineke mezin tên pêşwazîkirin. Namzetan anîn ziman ku ew ê herî kêm bi ferqa 10 hezar dengan şaredariyê bi dest bixin û diyar kirin ku li dijî pirsgirêkên navçeyê projeyên wan ên çareseriyê amade ne.    * Dirûşmeyên ji bo Cejna Newrozê ya ku ji destpêka salên 2000’î ve ji aliyê bi milyonan kesî ve hat pîrozkirin, li ser daxwazên gelê kurd û geşedanên ku mohra xwe li salê dan dirûv girt.    * Dosyeya lêpirsîna der barê Fermandarê Cendirmeyan ê Kerboran a Mêrdînê yê wê demê Alî Tapan ya têkildarî kuştina 7 gundiyan de, piştî salan dîsa hatibû vekirin, lê tevî biryara dadgehê ya "lêpirsînek li gorî usûlê nehatiye kirin" careke din hat girtin. Taxa ku cînayet lê hatin kirin jî, bêyî ku were lêkolînkirin di bin ava Bendava Ilisûyê de ma.    * Di pîrozbahiyên Newrozê de ku wê li welatên Ewropa, Qanada û Awûstralyayê bê lidarxistin, dê bi milyonan kes ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya meseleya kurd biherikin qadan.    * Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Bajaroka Gûndikê Melê ya Şirnexê Gulsun Atak û Ferît Artûç diyar kirin ku piştî serketina di hilbijartinan de ew ê gelek projeyan pêk bînin.    * Li navçeya Xelatê ji ber ku partiyên cuda bi namzetên xwe dê têkevin hilbijartinê, karê AKP'ê gelekî zehmet bûye. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê ku nêzî serkeftinê ne, gotin: "Em ê 31'ê Adarê bi serketinê biqedînin."   * Xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê dê li gelek bajaran berdewam bikin. (10.00-20.00)   * Danişîna 5'emîn doza têkildarî êrişa malbata Şenyaşar hatiye kirin dê li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bê lidarxistin. (10.30)   * Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan dê berdewam bike. (11.00-17.00)   * Starta Newroza 2024'an dê li navçeya Dep a Xarpêtê bê dayîn. (13.00) ZINDÎ   * Sûr a Amedê û Kadîfekale ya Îzmîrê jî di nav de dê li gelek navendan agirê Newrozê were vêxistin. (15.00-20.00)   * DEM Partî dê bi boneya salvegera karesata lêhiyê ya Rihayê ku 21 kes jiyana xwe ji dest dabûn dê li navçeya Karakopruyê daxuyaniyê bide. (13.45)   * Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê dê têkildarî îdiayên namzetê AKP'ê yê Şaredariya Balayê li buroya hilbijartinê daxuyaniyê bide. (17.00)   * Dê li navçeya Qilebana Şirnexê û Wêranşara Rihayê şahiyên ciwanan bên lidarxistin. (20.00)