Kawayê Hemdem vegot: Destûr neda kesên dixwestin kurdîtiyê ji holê rakin 2024-03-15 09:08:36   XARPÊT - Serap Dogan a qala birayê xwe Mazlum Dogan ê Kawayê Hemdemî tê pênasekirin kir û got: “Wan dixwest di girtîgehê de kurdîtiyê tune bikin. Lê Mazlum rê li ber vê girt."    Ji 21’ê Adarê Cejna Newrozê re demekî kêm ma ku ji bo gelên Mezopotamyayê tê wateya vejîn û berxwedanê. Starta Newroza îsal ku dê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” were pîrozkirin, îro li navçeya Dep a Xarpêtê tê dayîn. Navçeya Depê, bajarê yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mazlum Dogan e ku di 21’ê Adara 1982’yan de agir berda bedena xwe. Lewma dayîna starta Newrozê ya li Depê, xwedî wateyeke cuda ye.    BÛ REMZA BERXWEDANÊ    Dogan di sala 1956’an de li mezraya Seyîdan a girêdayî gundê Goman ê navçeya Mazgêrda Dersimê ji dayik bû. Malbata Dogan ji bo ku zarokên xwe bidin xwendin, ji Mazgêrdê koçî navçeya Depê kir. Hêj di dema dibistana navîn de eleqya Dogan ji bo siyasetê hebû. Dogan, dema li navçeya Depê serokwezîrê demê Suleymen Demîrel protesto kir yekem carê hate girtin. Dogan piştî binçavkirina çend rojan hate berdan. Dogan dema li Dêrsimê dixwend, îşkence dît û ji dibistanê hate dûrxistin.    Dogan, pişti hewldanên malbata xwe dîsa vegeriya dibistana xwe û demek şûn de sirgunî Dibistana Mamosteyan a Savaştepe ya Balikesîrê hate kirin. Dogan piştre jî Beşa Aboriyê ya Zanîngeha Hacettepeyê qezenc kir û di sala 1977’an dema pola duyemîn dixwend dest ji zanîngehê berda û tev li PKK’ê bû. Dogan, di meha mijdara sala 1979’an de di rêwîtiya xwe ya navbera Riha û Mêrdînê de hate girtin. Dogan birin Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê ya bi îşkenceyên hovane tê nasîn. Dogan, tevî hevalên xwe rastî îşkenceyên giran hat û bi gotina “Teslîmiyet bi xwe re xiyanetê, berxwedan serkeftinê bi xwe re tîne" di 21’ê Adara 1982’yan de bi 3 zilikên şixarteyê agir berda bedena xwe. Dogan ji ber vê têkoşîna xwe di demên pêşde de wek “Kawayê Hemdem” hate pênasekirin.    LI DIBISTANÊ DEST BI TÊKOŞÎNÊ KIR   Xwişka Mazlum Dogan, Serap Dogan der barê têkoşîn û jiyana birayê xwe de axivî. Dogan anî ziman ku birayê wê hêj di dema dibistanê de dest bi têkoşîna xwe kir û di pêvajoyên din ên perwerdeya xwe de jî qet ji têkoşînê qut nebû. Dogan, da zanîn ku dema birayê wê girtî gelek caran çûye serdana wî û birayê wê di van hevdîtinan de jê re qala îşkenceya ku dîtiye kiriye. Dogan, wiha domand: "Ji ber serdana me jî îşkence li wan dikirin. Tevî vê yekê jî derdiketin hevdîtinê."    ŞAHIDIYA ÎŞKENCEYÊ   Dogan, bi bîr xist ku ew bi xwe jî 90 rojan hatiye binçavkirin û bilêv kir ku yekser bûye şahida îşkenceyan. Dogan, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî ku em bi hev re (Mazlum) çûn dadgehê, em birin îşkencexaneyê. Îşkence li me nekirin lê belê Mazlum û hevalên wî hatin îşkencekirin. Yek ji derenceyan avêtibûn xwarê. Dibêm qey Erkan Uzun bû. 40 kes ser serê wî kom bûbûn û li ber çavên dayika wî îşkence lê dikirin.”    SEKNA MAZLUM DOGAN A GIRTÎGEHÊ    Bi domdarî Dogan got ku di serdanên girtîgehê de ji birayê xwe re gotiye “Dema ji te re dibêjin rabe, rabe, ma di vê de çi heye? Ma tu dê çima rastî ewqas heqaretê bêy?” Dogan, anî ziman ku birayê wê li hemberî van gotinan derketiye û axaftina di navbera xwe û birayê xwe de wiha vegot: "Wî jî got; 'Ne wekî ku hûn dizanin e. Îro dê ji me re bêjin rabe, dê sibê tişteke din bêjin, dawiya daxwazên wan nayê. Em jî nikarin vê yekê qebûl bikin, em red dikin.' Her wiha mamê Hayrî Durmuş jî jê re heman tiştî gotiye û ew jî hers bûye û ji apê xwe re gotiye; 'Heke tu ji bo vê yekê hatibî, qet neyê, derkeve here.' Mazlum xwe ji me hêrs nekir lê belê hewl da ku rewşê ji me re vebêje. Me jî jê re got, ‘Binêr, heke tu nebî, em nikarin bijîn.' Wî jî ji me re got; 'Hûn 5-6 kes in lê belê bi milyonan kurd hene. Ez nikarim kurdan deynim aliyekê û ji bo xatirê we ji dijmin re bibêjim bila.'"   ‘EM PÊ SERFIRAZ IN’   Di berdewamê de Dogan ev tişt anî ziman: "Mazlum ji min re got; 'Heke hûn xelasiya me bixwazin, divê em zêde bibin. Rastiya me û mafdarbûna me ji gel re vebêjin.' Piştî çalakiya bi 3 zilikên şixarteyê, Mazlum li tevahiya cîhanê hate naskirin. Her wiha di dema binçavkirinê de polîsan jî ji min re gotin, ‘Dinya Mazlum nas dike.' Mazlum dizanî dê wiha bibe. Wî ji kesên dixwestin bi wî paşdegav bidin avêtin re got; 'Hûn ê bibînin, kurdên têkoşer dê dîrokê bi tîpên zêrîn binivîsin.' Ji ber têkoşîneke ewqas mezin da û rê li ber pêvajoya heyî girt, ji ber çalakiya ku kiriye em bi wî serbilind in. Lê belê caran jî dibêjim xwezî ew jî jiyaba û dîtiba ku têkoşîn hatiye kîjan astê.”    ‘JI BO WAN DÊ HER TIŞT KÊM BIMÎNE’   Dogan, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku têkoşîna birayê wê ew li ser piya girtiye û wiha pê de çû: “Ez demekê pir xemgîn dibûm. Mazlum bêyî ku birayê xwe Delîl (Bira) bibîne hate binçavkirin. Piştre min got şûna ku ez xwe bi xwe digirîm, qet nebe tev li têkoşînê bibim. Mazlum jî Delîl jî dixwestin ku ez wiha bikim. Dikarîn bi awayên cudatir jiyana xwe ji dest bidin lê belê wan bi zanebûn û biken di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dan. Dixwestin di girtîgehê de kurdîtiyê xelas bikin û 20 sal paş ve bibin. Lê belê Mazlum rê li ber vê yekê girt. Ne tenê birayê min, birayê her kesî ye. Wan ji bo me xwe feda kirin, ji bo wan dê her tişt kêm bimîne.”    BANGA NEWROZÊ   Dogan bi bîr xist ku birayê wê bi Newrozê re bûye remzek û got ku ji ber vê yekê divê tevlibûn û coşa Newrozê bi heybet derbas bibe. Dogan bal kişand ser greva birçîbûnê ya di girtîgehan de tê domandin axaftina xwe wiha qedand: "Hevalên ku demekî dirêj e di girtîgehan de tên ragirtin hene. Bi rastî jî şert û mercên girtîgehan qet hêsan nîn in. Ji bo girtiyên siyasî gelek zehmettir e. Yên ku hewce ye em pêk bînin û nikarin bikin, girtî dikin. Lê belê diviya me ev tişt bikira. Divê her kes xwedî li têkoşîna li girtîgehan derkeve."    MA / Şîlan Çîl