Şahidên Newroza 92’yan: Bi ruhê serhildanê em biherikin qadên Newrozê 2024-03-15 10:06:10   MÊRDÎN - Şahidên Newroza Nisêbînê ya sala 1992’yan ku berxwedanê mohra xwe lê dabû ev bang kirin: “Em bi ruhê serhildanê biherikin qada Newrozê.”    Newroz, cejna vejînê ya gelê kurd e û di sala 1992’yan de tevî êrişên dewletê jî hate pîrozkirin û mohra xwe li dîrokê da. Du roj beriya pîrozbahiya Newroza 21’ê Adara 1992’yan, Serokwezîrê demê Suleyman Demîrel got; “Her kes dikare Newrozê bi serbestî pîroz bike, bi şertê ku di nava qaîdeyên hiqûqê de tevbigerin û rê li ber tehrîkan veneke.” Lê belê Wezîrê Karên Hundir ê demê Îsmet Sezgîn bi daxuyaniya “Newroz qedexe ye, şewitandina lastîkan qedexe ye” da. Li ser vê yekê gelê kurd li Şirnex û Cizîrê û li Mêrdîn û Nisêbînê dakete qadan. Bi hezaran kesên dixwestin li Şirnex û Cizîrê Newrozê pîroz bikin, rastî êrişa polîsan hatin. Di gulebarana polîsan de nêzî sed kes hatin qetilkirin. Li Nisêbînê jî gel agirê Newrozê vêxist û pîrozbahî li dar xist.    Piştî êrişên li Şirnex û Cizîrê, Suleyman Demîrel û Îsmet Sezgîn derketin pêşberî kamerayan û bi hinceta ku li Nisêbînê bûyer derneketibûn, spasiya xelkê wê kirin. Li ser vê daxuyaniyê, xelkê Nisêbînê ji ber daxuyaniyên Sezgîn di 22’yê adara 2992’yan de daket qadan û xwest dîsa agirê Newrozê vêxe û komkujiya hatiye kirin protesto bike. Bi hezaran kesên li ser Pira Şehîdan a li esr Rûbarê Çag Çagê kom bûn, ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Bi hezaran kesên dixwestin dorpêç were rakirin, çalakiya rûniştinê li dar xistin û komkujî protesto kirin. Di vê navberê de polîsan di wesayîtên zirxî de gule li welatiyan reaşandin û bi panzeran dan ser gel.    Li gorî daneyên fermî di encama êrişê de 16 û li gorî şahidan jî 21 kes hatin qetilkirin û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûn. Cenazeyên du kesên jiyana xwe ji dest dayîn ketin Rûbarê Çag Çagê û cenaze li aliyê din ê sînor li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin dîtin. Piştî komkujiyê, bi sedan kes hatin girtin û binçavkirin, rastî îşkenceyê hatin û gelek jê ji ber birînên xwe seqet man.    Şaredariya Nisêbînê ku di sala 2013’an de di bin rêveberiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de bû, ji bo bîranîna kesên di Newroza 1992’yan de jiyana xwe ji dest dayîn, li Qada Newrozê bîrdariyek çêkir. Piştî êrişên di sala 2015’an de li dijî daxwazên xwerêveberiyên cewherî hatin destpêkirin, di sala 2016’an de li şaredariyê qeyûm hat tayînkirin û îcraeta ewil a qeyûm jî bû rûxandina Bîrdariya Newrozê. Bi ser Newroza 1992’yan re 32 sal derbas bûn lê hêj jî Newroz bi coşeke mezin tê pîrozkirin.    ŞAHIDAN NEWROZA DÎROKÎ VEGOTIN   Tevî ku qeyûm her sal qada Newrozê diguherîne jî, qada Newrozê tu caran vala nema. Îsal jî dê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye" were pîrozkirin. Kesên tev li Newroza 1992’yan a Nisêbînê bûbûn, şahidiya xwe vegotin û banga tevlibûna Newroza 2024’an kirin.    BI PANZERAN ECIQANDIN, GEL LI BER XWE DA   Ji şahidên Newroza 1992’yan Mehmet Keyîk (50), got ku Newroza 1992’yan di dilê gel de birînên mezin vekir û hêj jî bandora xwe didomîne. Keyîk, wiha domand: “Xelkê Nisêbînê bi rastî jî bi coş û girseyeke mezin Newroza xwe pîroz kir. Tevahiya bajar tev li pîrozbahiyê bûbû. Dewletê tehemûla vê coşê nekir. Piştî ku tiştên li Cizîrê qewimîn hatin bihîstin, gel careke din kom bû. Li ser pirê dora me bi panzeran girtin. Me jî çalakiya rûniştinê li dar xist. Anons kirin û xwestin em belav bibin. Lê ciwanên wê demê û gel bi awayekî xurt bi destên hev girtin û me hev girt. Me hev berneda. Bi panzeran dan ser gel, mirov dieciqandin lê tevî vê yekê jî tu kesî paşdegav neavêt. Gel, li ber xwe da.”    ‘BI RUHÊ SERHILDANÊ BER BI NEWROZÊ VE’   Keyîk, bi bîr xist ku pîrozbahiya Newroza îsal a Nisêbînê dê di 19’ê adarê de bê lidarxistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em li bendê ne ku xelkê Nisêbînê bi ruhê serhildanê, bi ruhê Newroza 92’yan, bi coşa wê demê xwedî li Newrozê derkeve. Divê tevahiya gelê me bi coşa wê demê dakeve kolanan. Li pêşiya me hilbijartinek heye û divê em bi germahiya Newrozê bikevin hilbijartinê. Hem gelê kurd hem jî gelê Nisêbînê her dem rastî komkujiyan hatiye lê her dem li ber xwe daye. Hema hema tu mal nema ne ku bedel neda bin, şehîdên wan enbin. Lewma xwedî li bedelên xwe û doza xwe derdikevin. Çawa ku xwedî li doza xwe derdikeve, dê bi heman awayî xwedî li Newrozê jî derkeve.”    ‘LI SER PIRÊ KOMKUJÎ KIRIN’   Nezîr Ozbey (62) jî da zanîn ku di sala 1992’yan de esnaf bû û dikana wî nêzî pira ku komkujî li ser hatibûn kirin bû. Ozbey, wiha qala wan rojan kir: “Tevahiya gel wê rojê li wir kom bûbû û xwestin Newroza hemû gelên bindest pîroz bikin. Li ser pirê komkujî kirin. Bi panzeran dan ser gel. Hinek kes ketin rûbarî û heta Qamişloyê çûn. Mirov di bin panzeran de hatin eciqandin. Digotin wê demê 16 mirovên me şehîd bûn. Serdemeke tarî bû lê heke em îro Newrozê wiha pîroz bikin, ev bi saya bedelên wê demê ye. Em bi saya xatira berxwedana Newroza 1992’yan îro li qadên Newrozê tên gel hev. Çiqas pirsgirêkan jî derxînin êdî gelê kurd xwe nas dike û dê paşvegav neavêje. Newroza her kesî pîroz be.”    ‘DÊ GEL XWEDÎ LI NEWROZÊ DERKEVE’   Ji şahidên Newrozê Sabgatullah Alper (59) jî têkildarî wê demê wiha got: “Mîna îro, wan rojan jî me Newroz weke roja berxwedanê didît. Em ê îsal jî Newrozê pîroz bikin. Daxwaza me ya ji xelkê Nisêbînê ew e ku Newroza îsal ji Newrozên berê pir bêhtir qelebalix û bicoştir pîroz bike. Divê coşa Newroza 92’yan hebe. Di wê baweriyê de me ku dê bi heman awayî be. Baweriya min a ji xelkê Nisêbînê tam e. Çiqas astengî derxistibin jî gel hîn bêhtir tev li bû, xwedî li Newroza xwe derket. Dê îsal jî xwedî lê derkeve.”    MA / Ahmet Kanbal