Dirûşmeyên Newrozê yên 24 salan 2024-03-15 10:11:26 ÎZMÎR - Dirûşmeyên ji bo Cejna Newrozê ya ku ji destpêka salên 2000’î ve ji aliyê bi milyonan kesî ve hat pîrozkirin, li ser daxwazên gelê kurd û geşedanên ku mohra xwe li salê dan teşe girt.    Newroza îsal ku dê li 57 navendan bê pîrozkirin, çend roj man. Pîrozbahî wê di 15'ê Adarê (îro) de li navçeya Depê ya Xarpêtê bajarê Mazlûm Dogan dest pê bike. Di pîrozbahiyên îsal de “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” wekî dirûşme hatin berzkirin.    Dirûşmeyên Newrozê yên ku li gorî daxwazên gelê kurd û geşedanên ku ji destpêka salên 2000’î vir ve rû dane şikil girtine wiha ne:   2001: Newroz bi dirûşmeya “Ne înkar ne jî veqetandin, Komara Demokratîk” hat pîrozkirin. Bi vê îşaret bi guherandina paradîgmayê hat kirin.   2002: Pîrozbahî bi dirûşmeya "Bijî yekîtiya gelan a azad, wekhev û dildar" hat pîrozkirin û doza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat lidarxistin.    2003: Bi armanca balkişandina ser dagirkirina Iraqê û rewşe nepevçûnê ya di meseleya kurd de dirûşmeya “Ji şer re na” hat diyarkirin.   2004: Ji bo Newrozê dirûşmeya "Newroz yekîtî ye" hat diyarkirin.   2005: Li dijî polîtîkayên înkar û şer ên li dijî kurdan Newroz bi dirûşmeya “Em destûrê nadin şer” hat pîrozkirin.   2006: Pîrozbahî ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd bi dirûşmeya “Hê derfeta aştiyê heye” hatin lidarxistin.   2007: Di sala jehrîkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de dirûşmeya "Tenduristiya we tenduristiya me ye" hat diyarkirin.   2008: Bi armanca balkişandina li ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dirûşmeya "Êdî bes e" pîrozbahî hatin lidarxistin.    2009: Newroz bi dirûşmeya “Ne înkar ne jî îmha, çareserî xweseriya demokratîk e” hat pîrozkirin.   2010: Di sala ku guhertina destûra bingehîn di rojevê de bû, Newroz bi dirûşmeya “Rêbertiya Azad, Nasnameya Azad, Xweseriya Demokratîk” hat pîrozkirin.    2011: Pîrozbahiyên ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd bi dirûşmeya “Ji bo jiyaneke bi rûmet an azadî an azadî” hatin lidarxistin.   2012: Pîrozbahî bi dirûşmeya “Edî bes e, an azadî an azadî” hatin lidarxistin.   2013: Di dema hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pîrozbahî hatin lidarxistin. Pîrozbahiya ku bi milyonan kes hatin cem hev, bi dirûşmeya "Ji Ocalan re azadî, ji kurdan re statu" hat lidarxistin.   2014: Komîteya Amadekar a Newrozê li ser kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin dirûşmeya "Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad" diyar kir.   2015: Newroz bi dirûşmeya “Êdî bes e ji Rêber Apo re azadî” hat pîrozkirin.   2016: Pîrozbahiyên bi dirûşmeya "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin lidarxistin.   2017: Ji ber referandûma ku bi guherîna makezagonê re hevdem bû dirûşmeya “Em ê teqez bi ser bikevin” hat diyarkirin.   2018: Di dema êrişên li ser Efrînê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dirûşmeya "Newroz berxwedan e, li dijî faşîzmê bihara gelan e, faşîzm wê winda bike, gel wê bi ser bikeve" hat diyarkirin.   2019: Li dijî kûrkirina polîtîkaya tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dirûşmeya "Em ê teqez bi ser bikevin, em ê tecrîdê bişkînin" pîrozbahî hatin lidarxistin.   2020: Ji ber şewba vîrûsa koronayê pîrozbahiyên Newrozê yên girseyî nehatin lidarxistin. Ji bo Newrozê dirûşmeya "Her der Newroz" hat diyarkirin.   2021: Pîrozbahî bi dirûşmeya “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, em azad bibin” hatin lidarxistin.   2022: Bi milyonan kes bi dirûşmeya "Dema Serkeftinê ye" ber bi qadên Newrozê ve herikîn.   2023: Di pîrozbahiya Newrozê de dirûşmeyên “Her her Newroz her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” mohra xwe li pîrozbahiyên Newrozê dan.   2024: Di pîrozbahiyên îsal de "Rabe dema azadî û serkeftinê ye" wekî dirûşme hat diyarkirin.    MA / Delal Akyuz