Stenbol ji Newrozê re amade ye: Bila bibe wesîleya azadiyê 2024-03-15 10:14:43 STENBOL - Li Stenbolê amadekariyên Newroza ku dê di 17’ê adarê de bên lidarxistin hatin temamkirin. Berdevkê Komîteya Amadekar Samet Ayaz bi gotina “Em hêvî dikin ku Newroz bibe wesîleya azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê” hemû şêniyên bajêr vexwendin pîrozbahiyan.    Newroza Stenbolê ku di pêşengtiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) de bi dirûşmeya “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” amadekariyên wê hatin temamkirin, dê di 17’ê Adarê roja yekşemê saet 13.00’an de li Qada Mitîngê ya Yenîkapiyê were pîrozkirin. Têkildarî Newroza ku tê payîn bi sedhezaran dê beşdar bibin Berdevkê Komîsyona Amadekar Samet Ayaz, anî ziman ku li bendê ne gelê bajêr bê qadê.    Di pîrozbahiya Newrozê de dê berdevka HDK’ê Esengul Demîr û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan axaftinekê bikin. Di pîrozbahiyê de hûnermend Emel Mathlouthî, Golgedekiler, Mîkaîl Aslan û Mûrat Demîr dê derkevin ser dikê.    450 HEZAR BELAVOK    Ayaz, diyar kir ku di nava komîteya amadekar a Newrozê de ji bilî DEM Partiyê nûnerên avadaniyên çepgir û sosyalîst jî hene û da zanîn ku beriya çend rojan dest bi amadekirinan kirine. Ayaz, diyar kir ku ji bo pîrozbahiyê 450 pankart û 450 hezar belavok hatine belavkirin. Ayaz, destnîşan kir ku belavok li hemû navçeyan hatine belavkirin û wiha got: “Her navçe li qada xwe mal bi mal tax bi tax digerin û belavokan belavî dikandaran, xwendekaran, jinan dikin. Li aliyê din ji bo bidin sazî û komeleyan partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî bi hezaran vexwendnameyên Newrozê hatin çapkirin.”   BERGIRIYÊN EWLEHIYÊ    Ayaz, anî ziman ku li qada mitîngê ku Newroz lê tê pîrozkirin, bi armanca ewlehiyê pêk bînin 450 kes peywîrdarkirine û wiha axivî: “Me plan kir ku ji her navçeyê 15 kes peywîrê bigirin. Me xebatên xwe dabeşî sê herêman kirin. Em li her sê herêmên Stenbolê hem belavokan hem jî xebatên din bi rê ve dibin. Em xwe digihînin gel û bangê li Newrozê dikin, girîngiya wê vedibêjin.”   AZADIYA FIZÎKÎ YA OCALAN   Ayaz, xwest ku Newroza 2024’an bibe rakirina tecrîdê û wesîleya azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û wiha domand: “Weke tê zanîn Newroz ji bo gelê Kurd her tim bûye qadeke têkoşînê. Em dixwazin îsal tecrîd û zilma li dijî Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin xelas bibe û bibe wesîleya azadiya hevalên me yên li girtîgehan di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Pêngava azadiyê ya ji bo azadiya birêz Ocalan li bajarên Ewropa, Tirkiye û Kurdistanê hatiye destpêkirin derbasî asta duyemîn bû. Di asta pêngava duyemîn de jî em armanc dikin ku bi ruhê têkoşîn û serhildaneke mezin pêngava duyemîn mezin bikin.”   JI BO NEWROZÊ BANG    Ayaz, ê hemû civakên neheqî û zilm lê hatine vexwendin qada Newrozê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê hilbijartinê bikiln Newroz. Em îsal Newrozê çiqas mezin bikin, tecrîda li dijî birêz Ocalan jî em ê bi awayekî hesantir rakin. Heke em polîtîkayên pişaftinê yên li dijî gelê kurd qebûl nekin, divê em vê ji qadên Newrozê biqîrin. Ne tenê li dijî gelê kurd, em hemû gelên tune tên hesibandin, biçûk tên dîtin vedixwînin Newrozê.”