Bang li hilbijêrên bitevger ên Egeyê kir: Serî li DEM Partiyê bidin 2024-03-15 10:36:54   ÎZMÎR - Berdevkê Komîsyona Hilbijêrên Bitevger a Herêma Egeyê Kadîr Baydur wiha bang kir: “Em şaredariyên ku me bi 3 dengan winda kirin bînin bîra xwe. Serî li partiyê bidin."    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo ku hilbijêrên bitevger bibe ser sindoqê, li gelek bajaran xebatên xwe didomîne. Armanca DEM Partiyê ew e ku tevî navendên qeyûm lê hatine tayînkirin, hilbijêrên bitevger li 110 navendan bibe ser sindoqê. Li bajarên herêma Egeyê ev xebat bêhtir li pêş çav in.    ‘SERÎ LI DEM PARTIYÊ BIDIN’   Berdevkê Komîsyona Hilbijêrên Bitevger Kadîr Baydur anî ziman ku ew li Antalya, Aydin, Îzmîr, Mugla, Manîsa, Balikesîr û Denîzliyê ji bo hilbijêrên bitevger veguhezin bajarên wan, xebatên xwe didomînin. Baydur, da zanîn ku rêxistinên wan ên bajar û navçeyan ji bo hilbijêrên bitevger komîsyon dane avakirin û wiha got: “Me ji bo şandina hilbijêran plansaziyên xwe kirin.”    Baydur destnîşan kir ku ew xebata hilbijêrên bitevger ji du aliyan ve didin meşandin û der barê xebatê de wiha got: “A yekem em hejmara kesên ku gihiştine ber destê me digerin û plansaziya çûna wan dikin. Ya duyem jî em rasterast xwe digihijînin hilbijêran û ji bo dengdayîna wan, li qadê xebatan dimeşînin.  Dîsa hilbijêrên me dikarin li ser telefonên ku me bi ser hesabên xwe yên medya dijîtal parve kirine xwe bigihînin me.”    ‘HEZARAN SERLÊDAN HENE’   Di dirêjiya axaftina xwe de Baydur bi bîr xist ku ew dixwazin hilbijêrên bi wesayîtên veguhestinê yên giştî diçin, di navbera 26 û 30’ê adarê de bişînin û wiha pê de çû: “Ji bo vegerê jî em heta 3’yê nîsanê dem diyar dikin. Herwiha em ê heqê bîletên kesên dixwazin di dîrokên cuda de biçin jî bidin. Em ê hemû derfetên partiya xwe seferber bikin.”    Baydur da zanîn ku li bajarên Egeyê xebatkar û xwendekarên di karên turîzm, çandinî û înşaetê de dixebitin zêde ne û wiha pê de çû: "Bi taybetî jî li Antalya û Îzmîrê gelek hilbijêrên bitevger hene. Me di hilbijartinên giştî de tenê ji Antalyayê 4 hezar hilbijêr şandin. Em li bendê ne ku di vê hilbijartinê de dora 8 hezar hilbijêr xwe bigihînin me. Ji niha de bi hezaran hilbijêrên xwe gihandine me hene.”   Baydur di dawiya axaftina xwe de ser girîngiya hilbijêrên bitevger sekinî û wiha got: “Dema derbasbûyî de qeyûm tayînî hemû şaredariyên me kirin. Gelek hilbijêr şandin herêmên krîtîk û di vê demê de jî heman tiştê kirin. Em wek partî dixwazin hilbijêrên xwe bişînin herêmên wan û rê li ber bikaranîna dengên wan vekin. Armanca me ya sereke ev e. Me 110 cihên kirtîtîk diyar kirine û desthilat jî hilbijêran guhestiye wan deran. Mînak ji Şirnexê 4-5 hezar hilbijên ne li cihê xwe ne. Lê belê Şirnexiyên ku dengên wan li Şirnexê ne û li vê derê di înşaetan de dixebitin hene. Em îradeya xwe teslîm nekin. Bila gelê me şaredariyên ku me bi 3 dengan winda kirine bîne bîra xwe û serî li me bide.”   MA / Semra Turan