Piştî hevdîtina Iraq û Tirkiyeyê ya ji bo operasyonê danezana hevpar hate weşandin 2024-03-15 10:43:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Di danezana hevpar a dewleta tirk û Iraqê de, ji bo serdana Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan a di Nîsanê de ji bo Iraqê wiha hate gotin: “Ji bo serkeftina dîrokî dê hemû hewldanan deynin holê.”   Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Musteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin têkildarî operasyona derveyî sînor ku li dijî Qendîlê tê plankirin, ji li ser hevkariyê bi rayedarên Iraqê re hevdîtinê bikin çûn Bexdayê. Piştî hevdîtina hate kirin danezana encamê ya hevpar hate weşandin.    Di danezanê de ji bo hevdîtina Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan a meha Nîsanê ya li Iraqê piştî 12 salan wiha hate gotin: “Ji bo serkeftina dîrokî dê hemû hewldanan deynin holê. Erdogan wiha gotibû: “Îşelah em ê vê havînê meseleya têkildarî sînorên me yên Iraqê bi awayekî mayînde çareser bikin. Em ê li ser tevahiya sînorên Iraq û Sûriyeyê di kurahiya 30-40 kîlometreyan korîdoreke ewlehiyê ava bikin.”   PLANA OPERASYONÊ     Di danezanê de bi gotine “Biryar hate dayîn ku Komîteyên Daîmî yên Hevbeş ku bi taybet di warên têkoşîna li dijî terorê, bazirganî, çandinî, enerjî, av, tenduristî û veguhastinê de bixebitin, werin avakirin. Têkildarî operasyona ku tê xwestin li dijî Herêmên Parastina Medyayê bên kirin jî ev îdia hate kirin: “PKK ji bo ewlehiya Tirkiyeyê û Iraqê gefeke.” Di danezanê de wiha hate gotin: “Her du alî li ser mijara tedbîrên ku li dijî rêxistinên bi rêya bikaranîna axa Iraqê Tirkiyeyê dikin hedef bên wergirtin şêwirîn.”   Di danezanê de hate diyarkirin ku êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê jî hatine şêwirîn û wiha hate gotin: “Her dua liyan di mijara piştgiriya doza Filistînê de vîna xwe ya xurt teyîn kirine.” Di danezanê de herî dawî wiha hate gotin: “Aliyan li hev kirin ku di çarçoveya mekanîzmayên têkiliyê yên pêşniyazkirî de danûstandinan di çarçoveyeke rêkûpêk û bê navber de bidomînin.”