Ji ber mitînga Erdogan di kolanan de mirov nehiştin! 2024-03-15 11:07:51   WAN - Berî ku Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan were Wanê, di kolanên bajar de hema bêje mirov nehiştin. Tevî biryara komkirina afîşan a Lijneya Hilbijartinê ya Bajar, tevahiya afişên partiyên din hatin rakirin û şûna wan afîşên Erdogan hatin daliqandin.    Lijneya Hilbijartinê ya Wanê ji bo jêkirina bîlbordên reklamê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û partiyên din biryara komkirina afîşên Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan da. Lê belê ev biryar nehat sepandin. DEM Partî heqê kirêya bilbordan razand û afîşên xwe da daliqandin. Tevî biryara lijneya hilbijartinê, duh bi şev afîşên DEM Partiyê hatin jêkirin û şûna wan afîşên AKP’ê û Erdogan hatin daliqandin.    TÊKETINA CADE Û KOLANAN QEDEXE YE   Li aliyê din li Wanê hema bêje ji bo hatina Erdogan seferberî hate îlankirin. Hemû cadeyên serekê yên bajar ji bo hatina Erdogan ji serê sibê hatin girtin, têketina cadeyan bi wesayîtên kar û panzeran hatin girtin. Li Bajar tevahiya çopdank hatine komkirin, têketina her du aliyên Kolanên Rêya Armûşê, Mereş û Cumhuriyetê, ji têketina mirovan re hatine qedexekirin. Li gelek bajaran hezaran polîs li bajar hatin peywirdarkirin, kolan wekî bêmirov hatine hiştin.    HEZARAN KES JI DERVEYÎ BAJAR ANÎN   Li tevahiya avahiyên cemaweriyê posterên Erdogan hatin daliqandin, bi rojan e ji xwendekaran tê xwestin ku dema Erdogan derbas bû ji bo silavdayinê li rexê rê kom bibin. Ji bajarên cuda sedan otobus mirov ji mitînga Erdogan re hatin veguheztin.