Ji Çeteya Geverê heta bûyerên Susurluk û Şemzînanê portreyeke tarî: Îsmet Olmez 2024-03-15 11:46:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetê AKP’ê yê Colemêrgê Îsmet Olmez di demên berê de ji ber “Çeteya Geverê” hate darizandin. Navê Olmez her wiha di bûyerên Şemzînan û Susurlukê de jî derbas dibe.    Yek ji navên herî balkêş ku AKP’ê di hilbijartinên 31’ê Adarê de weke namzet nîşan dayî, namzetê Colemêrgê Îsmet Olmez e. Olmez ku bi şîrketên reklamê re lihev kiriye, her kêliya xwe dide kişandin, welatiyên xizan weke amûra propagandayê bi kar tîne. Olmez, bi belavkirina perayan di rojevê de ye.    Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê çendek roj berê têkildarî Olmez daxuyaniyek da û wiha got: “Yên ku dibêjin qey dê îradeya xelkê Colemêrgê yê bi çand û edetên xwe navê xwe daye bihîstin bi pereyan bikirin, xwe û nirxên xwe ewqas ji bîr kirine ku ne di ferqê de ne ku bêrêziyê li gelê xwe dikin.” Olmez ê ku bi belavkirina pereyan di rojevê de ye, yek ji bersûcên doza “Çeteya Geverê” ye û navê wî di nava bûyerên tarî yên Susurluk û Şemzînanê de derbas dibe.    ÇETEYA GEVERÊ   Îsmet Olmez ê AKP’î dema ku sercerdevantî dikir, ji ewil navê wî bi Çeteya Geverê hat bihîstin. Karsaz Abdullah Canan li Geverê hatibû revandin û kuştin. Di lêpirsîna têkildarî kuştina Canan de her çend şopên Çeteya Geverê hatibin dîtin jî, dest nedan tu kesekî.    Serpêlê Îstîxbarata Cendirmeyan Huseyîn Oguz û îtîrafkar Kahraman Bîlgîç ê di bin sîwana JÎTEM’ê de xebat dimeşand, di sala 1996’an de îfade dan dozgerê DGM’a Amedê. Çeteya Geverê jî piştî van îtîrafan deşîfre bû. Derket holê ku di nava çeteyê de berbaz û serpêlên payebilind, polîsên tevgera taybet, cerdevanên gundan û şaredar hene û ev mijar di carekê de ket rojeva welêt. Derket holê ku endamên çeteyê ji bo fîdyeyê mirovan direvînin, cînayetan dikin, bi wesayîtên leşkeran qaçaxçitiya tiryak û çekan dikin, di tabûtên leşkeran de tiryakê dibin û tînin. Ev rastî yek bi yek bi raya giştî re hatin parvekirin.    Li gorî vegotan, temamiya van bûyeran bi agahiya Sererkanê Fermandariya Tûgaya Geverê Mîralay Hamdî Poyraz, Fermandarê Tabûra Sînor a Geverê Serheng Kanber Ogur û Fermandarê Tabûra Komandayên Çiyê yê berê M. Emîn Yurdakul diqewimîn.    Li ser van îtîrafan hin kes hatin darizandin û girtin û derheqê Mehmet Emîn Yurdakul, sercerdevan Kemal Olmez, Îsmet Olmez, endamê tîmên tevgera taybet Enver Çirak, serpel Bulent Yetut û hwd. de li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ya Amedê û li Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê 4 dozên cuda hatin vekirin.    CEZA DAN ENDAMÊN ÇETEYÊ   Doza li DGM’a Amedê hatiye vekirin, di 22’yê adara 2001’ê de biencam bû. Dadgehê ji ber avakirina çeteyê, xesp û teşwîqkirina bombebaranê li Mehmet Emîn Yurdakul 25 sal, li Enver Çirak 3 sal û 8 meh, li Bulent Yetut 7 sal û 4 meh, li îtîrafkarê PKK’ê Kahraman Bîlgîç 30 sal, li sercerdevan Kemal Olmez 13 sal cezayê hefsê hate birîn. Derheqê Yurdakul de biryara girtinê hatibû dayîn lê derket holê ku di nava heman demê de teqawid bûye.    BIRYARA JI BO GIRTINA OLMEZ HATE BETALKIRIN!    Lê belê 6’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind di 8’ê sibata 2002’yan de cezayên derheqê 5 bersûcan de bi îdiaya “kêm hatiye lêkolînkirin” betal kir. Her wiha biryara beraetê ya ji bo 8 bersûcan jî hate erêkirin. Biryara girtinê ya derheqê Yurdakul û sercerdevan Îsmet Olmez de jî hat rakirin. Dadgeha Bilind, biryar da ku dosya ji DGM’a Amedê bê rakirin û ji Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê re şand.    Piştî vê biryarê, 5 bersûc dîsa li Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê hatin darizandin. Lijneya Giştî ya Cezayan a Dadgeha Bilind, îtîraza Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind a têkildarî biryara xerakirinê ya 6’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind biqismî qebûl kir. Lijneya Giştî ya Cezayan a Dadgeha Bilind, di civîna xwe ya di 7’ê gulana 2002’yan de 4 îtîrazên Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Sabîh Kanadoglû ya têkildarî daîreya cezayan qebûl kir.    DOZ SÊ CARAN HAT LIDARXISTIN   Li ser vê yekê doz careke din li Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê hat lidarxistin. Biryara duyemîn jî di mijdara 2003’yan de hat dayîn. Di vê dîrokê de li Yurdakul ê teqawid bûyî 29, li Yetut 7, li Enver Çırak 4, li Kemal Olmez 14 û li Kahraman Bîlgîç jî 31 sal û 4 meh cezayê hefsê hate birîn. Dadgehê ji bo Poyraz, Şaredarê Geverê yê berê Alî Îhsan Zeydan û bersûcên din jî biryara beraetê da. Ev biryar dîsa çû Dadgeha Bilind û ji hêla Daîreya Cezayan a 6’emîn ve hate xerakirin. Bi vê yekê re doz cara sêyemîn hat lidarxistin. Doza sêyemîn di 2005’an de hat lidarxistin û ji bo Yurdakul, Yetut û bersûcan biryar beraetê hate dayîn. Di dozê de tenê ceza li îtîrafkar Kahraman Bîlgîç hate birîn. Bîlgîç piştî 8 salan hate berdan û ji ber kuştina Abdullah Canan, DMME’yê 103 hezar Euro cezayê pereyan li Tirkiyeyê birî. Tevî hemû îtîrafên hatine kirin jî, mîna di bûyerên din ên tarî de, Çeteya Geverê jî nehat cezakirin.    RAPORA SUSURLUKÊ   Navê Îsmet Olmez ê AKP’î piştre jî di Rapora Susurlukê de derket holê. Serpel Huseyîn Oguz ku endamê JÎTEM’ê bû û di heman demê de li Colemêrgê dixebitî, di 18’ê sibata 1997’an de ji hêla Komîsyona Susurlukê ve hat guhdarîkirin. Oguz, têkildarî gelek bûyerên tarî yên li Kurdistanê hatin kirin agahî da û di raporê de têkildarî Îsmet Olmez ev agahî hat parvekirin: “Di vê lêpirsîna xwe de Kahraman Bîlgîç dibêje ku qala Hamdî Poyraz kiriye ku niha jî li Serfermandariya Giştî Serokê Daîreya Îcra Tetkîkê ye, Hamdî Poyraz û Kemal û Îsmet Olmez û elemanekê agahîgirtinê yê ji bakurê Iraqê şandiye gundê Aşûtê yê Çelê, dema di rê de lêgerîn dihat kirin ji bo bi rehetî derbas bibin nivîsek daye,  li Aşûtê li cem leşkeriyê ma ye, kesê ji bakurê Iraqê derbasî Iraqê bûye, piştre jî bi telîseke tije çek vegeriyaye û wî û Îsmet Olmez jî ev telîs bi hev re birine odeya Hamdî Poyraz a li Biryargeha Tûgayê.”    Oguz got ku dema tevî Tîma Tevgera Taybet li gundekî operasyon dihat kirin, di kolkekî de 13 kîloyên eroînê û 4 çek derxistiye, demance dane Fermandarê Tabûrê serpêl Mehmet Emîn Yurdakul û 8 kîloyên eroînê dane serpêleke di tabûra Yurdakul. Bi domdarî wiha dibêje: “Ev serpêl li Îzmîrê hate girtin, di îfadeya xwe de navê serdarî neda, ji ber ku hevjîna Mehmet Emîn Yurdakul ji hevjîna serpêlê navê wî derbas dibe re 480 an jî 580 milyon lîre şandin, piştre Yurdakul ji bo şahidiyê nekin du şivan û bavê wan dema nimêj dikir kuştine, her wiha du ciwan li ser Rêya Rûbarokê hatin kuştin û avêtin nav berfê, têkildarî vê bûyerê bi xizmê Abdullah Canan ê bi navê Mehmet Canan re li mala Yakup Edîş bazarî hate kirin û li ser 24 hezar markan hate lihevkirin, Mehmet Canan ji van markan 7 hezar jê dan xwediyê malê Yakup Edîş, ev pereye daye birayê Kemal û Îsmet Olmez ê bi navê Burhan Olmez ji ber ku ew jî bi wan re bû, piştre jî bi van kesan re li Hotêla Şenlerê hevdîtin kir.”    ‘DI BÛYERA QAÇAXÇITIYÊ DE ÎSMET OLMEZ HEBÛ’   Oguz, têkildarî Kemal û Îsmet Olmez jî wiha dibêje: “Di bûyerên qaçaxçitiyê de Kemal Olmez û Îsmet Olmez hebûn. Ev kes di demên berê de xizan bûn, li ser otobûsên diçûn Colemêrgê muavîntî dikirin lê niha di bin wan de wesayîta bi markaya Chavroletê hene û Hamdî Poyraz ev kes bi min dan naskirin.”    DI PIRTÛKA XWE DE VEGOT: BI HELÎKOPTERAN EROÎN BIRIN   Endamê JÎTEM’ê îtîrafkar Kahrman Bîlgîç jî têkildarî wê demê pirtûkek nivîsand. Di pirtûka xwe de yek bi yek vegot bê ka cerdevanan çawa qaçaxçitiya tiryak û çekan dikir, gundî çawa di bin çavan de kuştine û PKK’iyên di operasyonên Çelîk-1’ê de li derveyî sînor bi saxî hatin girtin çawa gulebaran kirine û kuştine.    Endamê JÎTEM’ê Bîlgîç, di pirtûka xwe de wiha qala Îsmet Olmez dike: “Olmezên cerdevan têkiliyên xwe yên bi dewletê re baş pêş dixistin. Sercerdevan Kemal Olmez û Îsmet Olmez navberekê dema bi mîralay re sihbet dikirin, pir rehet tevdigeriyan û bi rehetî gotin ku di destê wan de 20 kîloyên eroînê hene, dixwazin bibin Amedê lê ji ber lêgerînên li ser rêya di navbera Colemêrg-Amedê de nikarin bibin. Li ser vê yekê mîralay jî got; ‘eroînê bixin çenteyan û bi awayekî asayî bi helîkopterê bibin Amedê.’ Li ser vê yekê jî rojek piştre malê di destê xwe de bi helîkopterê birin Amedê.”    SERPÊLÊ BOMBEVAN LI OLMEZ GERIYA   Navê Îsmet Olmez di sala 2005’an de jî bi êrişa bombeyî ya li dijî Pirtûkxaneya Umutê ya li Şemzînanê kete rojevê. Piştre derketibû holê ku Serpêl Alî Kaya ê dema pirtûkxane bombe kirî ji hêla xelkê Şemzînanê ve hatibû girtin û Serfermandarê Giştî yê Artêşê Yaşar Buyukanit ji bo wî gotibû “Ez nas dikim, zarokekî baş e”bi gelek kesan re li ser telefonê axiviye. Yek ji van kesan jî Îsmet Olmez bû.    NÛÇEYA TAYBET A YENÎ ŞAFAKÊ   Rojnameya Yenî Şafakê di 18’ê gulana 2006’an de bi sernavê “Dostên bersûcê Şemzînanê Aliyê Mutkiyî yên karsaz” nûçeyeke taybet parve kir. Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku Alî Kaya li Îsmet Olmez geriyaye. Nûçeya rojnameyê wiha ye: “Di qeydên telefonê de derket holê ku di roja bûyerê 9’ê mijdarê piştî teqînê bi şev saet 21.58’an de Alî Kaya bi telefona li er navê Kaya Înşaetê qeydkirî û li ser navê Alî Îhsan Kaya ye hevdîtin kiriye. Alî Kaya tenê bi Alî Îhsan Kaya re hevdîtin nekir, di heman demê de bi li telefonên li ser navên Ceylan Înşaat, Azîz Înşaat û Tuba Înşaatê qeydkirî jî geriyaye. Di qeydên telefonê de Alî Kaya li gel karsazan, derket holê ku bi gelek kesên din re jî hevdîtin kiriye. Serpel Kaya, piştî bûyera Şemzînanê derketî holê li ser telefonê gelek caran bi yek ji bersûcên Çeteya Geverê sercerdevan Îsmet Olmez re jî li ser telefonê axivî ye.”    Namzetê AKP’ê Îsmet Olmez ev sicîla xwe ya tarî piştre hewl da bi şîrketa madenvaniyê ya ku di salên piştre ava kirî veşêre.   Olmez ê ku bi vekirina sehayên madenê çiyayên herêmê serûbin kiriye, li bajarên cuda jî xebatên madenvaniyê dike. Olmez ê ku bi talankirina xwezayê bi milyonan dolar qezenc kiriye, niha jî van pereyan ji bo hilbijartinê bi dest bixe xerc dike.