Hevseroka MSD’ê: Em ji bo diyaloga bi hemû aliyan re amade ne 2024-03-15 12:05:03   NAVEND NÛÇEYAN - Hevseroka MSD’ê Leyla Qereman got: “Bi giştî em diyaloga bi hemû aliyan re qebûl dikin da ku aştiyeke rastîn li Sûriyeyê çêbe û krîza Sûriyeyê bê çareserkirin.”    Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Leyla Qereman têkildarî bidawîkirina pevçûnên li Sûriyeyê û çareseriya pirsgirêkan bi ANHA’yê re axivî. Leyla Qereman wiha got: “Bi salvegera 13'emîn a şoreşa Sûriyeyê re em dikarin bi ser bikevin û bigihînin Sûriyeyeke nenavendî, pirreng û demokratîk ku tê de hemû Sûriyeyî bibin yek.”    Bi domdarî Qereman anî ziman ku îro piştî 13 salan ji krîzê ew tu asoyên çareseriyê nabînin û wiha pê de çû: “Şoreş ji rêya xwe derket. Destwerdana leşkerî, hêzên navneteweyî û derve çêbû. Sûriye di rewşa cemidandinê de ye. Îro hêzên navneteweyî dosyeya Sûriyeyê di ser her tiştî re nagirin.”   Têkildarî konferansa MSD'ê ya 20'ê çileya 2023'yan jî Qereman wiha got: "Armanca me ya sereke ji konferansê ew bû em yekitiya Sûriyeyê pêk bînin, kesayet û hêzên demokratîk ên Sûriyeyê ber xwe ve bikişînin. Li ser wê esasê jî em pabendî armancên xwe ne. Em ji bo çalakkirina dosyeya Sûriyeyê û xurtkirina yekitiya neteweyî dixebitin. Di konfansa xwe de me pêşniyar û nexşerêyek ragihand. Ji bo pêkanîna van jî pêwîstî bi hin gavan heye. Ji bo wê jî em li ser wê yekê dixebitin ku em xwebaweriyê di navbera Sûriyeyiyan de peyda bikin û xwe bigihînin kesayetên welatparêz û hêzên demokratîk ên Sûriyeyê. Em di xebatên xwe dewam dikin ku çareseriyeke rasteqîn li Sûriyeyê bi beşdariya tevahî aliyên Sûriyeyê hebe, bêyî ku tu aliyek an jî pêkhateyeke Sûriyeyî di vê xebata siyasî de were paşguhkirin. Rola jinan di xebata siyasî de pir girîng e û ew jî şerta bingehîn a MSD´ê ye.”   ‘EM JI BO DIYALOGA BI HEMÛ ALIYAN RE AMADE NE’   Qereman têkildarî rewşa deverên dagirkirî yên Sûriyeyê û sûcên dewleta tirk jî wiha got: “Em vê dagirkeriyê û guhertina demografîk a ku dagirker pêk tîne bi temamî red dikin. Dewleta tirk a dagirker pîvan û qanûnên navneteweyî li deverên dagirkirî bin pê dike. Bi giştî em diyaloga bi hemû aliyan re qebûl dikin da ku aştiyeke rastîn li Sûriyeyê çêbe û krîza Sûriyeyê bê çareserkirin. Ji ber wê jî roleke girîng a MSD'ê heye. Ew jî komkirina van hêzan e. Da ku di encamê de pêşerojeke baştir ji bo hemû Sûriyeyiyan bê misogerkirin.”