Ji Mûrat Karayilan ‘Mizgîniya Newrozê’ 2024-03-15 12:50:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan got ku dê di çendek rojên pêş de “mizgîniya Newrozê” ragihînin.    Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan têkildarî geşedanên li herêmê bi ANF’ê re axivî. Karayilan, bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Di tu qanûnan de tiştekî wiha tune ye. Ne tenê helwestekî li dijî şexsekî ye, helwestekî li dijî tevahiya gelê Kurdistanê ye.” Karayilan, helwesta Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) jî rexne kir û got ku tecrîd ji ber van helwestan tê domandin.    Karayilan, têkildarî pîrozbahiyên Newrozê jî axivî. Karayilan, got ku dê li qadên Newrozê daxwazên “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” zêdetir bibin û banga “bi hev re tevbigerin” li tevahiya partî û rêxistinên li Kurdistanê kir. Karayilan, wiha domand: “Di serdemeke wiha dîrokî de divê gelê kurd xwedî stratejiyeke hevpar be û yekitiya xwe ya neteweyî pêk bîne. Her çend ku hinek derdor tev li nebin jî, divê yên din bên gel hev û yekitiya xwe ava bikin. Ev, pir girîng e. Newroz dikare bibe destpêka vê.”   Her wiha Karayilan anî ziman ku dê di nava çendek rojên pêş de “mizgîniyekê” ragihînin û ev tişt anî ziman: “Di Newrozê de, di nava çendek rojên pêş de em ê mizgîniyê bidin gelê xwe. Dê ev mizgînî bi daxuyaniyeke nivîskî were ragihandin. Ev mizgînî dê di bilindkirina têkoşîna me de bibe xwedî roleke girîng.”    Karayilan, got ku dewleta tirk dixwaze di mehên biharê de êrişên nû li dar bixe.