DEM Partî çû serdana şîna malbata zarokê di teqînê de jiyana xwe ji dest dayî 2024-03-15 13:07:41   ŞIRNEX - DEM Partî çû şîna malbata zarokê ku li navçeya Basayê di teqîna cismekî nediyar de jiyana xwe ji dest dayî.    Di 13’ê adarê de li bajarokê Findikê ya navçeya Basa ya Şirnexê cismekî nediyar teqiya û di encama teqînê de zarokê 4 salî Serhat Dayan jiyana xwe ji dest da. Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Basayê çû serdana şîna Dayan. Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez, namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê û gelek kesan di serdanê de cih girt.    Partiyiyan sersaxî ji malbatê re xwest. Piştî serdana li mala şînê, partiyî derbasî mala malbata Dayan bûn. Partiyiyan li malê dayika zarokê Remziye Dayan ziyaret kir. Aslan di serdanê de wiha got: “Heta ku li erdnîgariya me şer hebe dê her tim zarokên me wiha bên qetilkirin. Deşt û çiyayên me bi muhîmatan tije kirine. Ma dê zarok çi bizanin bê ka ev çi ne? Digirin destê xwe û pê dilîzi. Piştre jî êşên wiha giran derdikevin holê. Ji bo pêşîlêgirtina mirinan divê demek beriya demekî aştî pêk bê.”    Şande piştre jî çû cihê teqînê û lêkolîn kir.