Li Amedê du endamên ESP’ê hatin binçavkirin 2024-03-15 13:08:43   AMED - Di encama serdegirtinên malan ên li Amedê de 2 endamên ESP'ê hatin binçavkirin.   Endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û sosyalîstên welatparêz Aysîma Mihrîban Mehtap Aslan û Muhammed Altinkaya îro di danê sibehê di serdegirtinên malan ên li Amedê de hatin binçavkirin. Di dema binçavkirinê de sosyalîstan bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bertek nîşan dan.   Hat zanîn ku Altinkaya bi hinceta nivîsên li ser dîwaran nivîsandibû hatiye binçavkirin ku ji bo bertekê nîşanî binçavkirina endamên ESP'ê bide nivîsandibû. Endama Meclisê jinên Sosyalîst (SKM) Aysîma Mîhrîban Mehtap Aslan jî bi hinceta îxbarê hatiye binçavkirin.    Hat zanîn ku derheqê her du binçavkiriyan de jî biryara biçavkirinê ya rojekê heye.     Li ser hesaba X'ê ya bi navê Welatparêzên Sosyalîst jî ev peyam hat parvekirin: "Welatparêzên sosyalîst Muhammet Altinkaya û Mîhrîban Mehtap Aslan di saetên serê sibehê de li Amedê hatin binçavkirin. Altinkaya di hean demê de namzeta Meclisa Rezanê ye. Zext nikarin me têk bibin! Bila binçavkirî bên berdan."