Li bajarê Mazlum Dogan agirê Newroza 2024’an hate vêxistin 2024-03-15 13:09:32   XARPÊT - Agirê Newroza 2024’an li bajarê Mazlum Dogan navçeya Depê hate vêxistin.    Starta Newroza îsal ku bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye" tê pîrozkirin, li bajarê Mazlum Dogan li navçeya Depê ya Xarpêtê tê dayîn. Bi hezaran kes tev li pîrozbahiya Newrozê ya li qada Termînalê ya Suleyman Karahanê bûn. Ji bajar û navçeyên cuda bi hezaran kes tev li pîrozbahiyê bûn. Tevî baranê jî bi hezaran Depî qad tije kirin û govend gerandin. Gelek kes bi cil û bergên kurdî tev li pîrozbahiyê bûn. Li qadê puşiyên bi rengên kesk, sor û zer li ba bûn û ciwanan pankarta “Em agirê serhildanê yê ciwantiyê ne, ji bo vêxistina agirê Newrozê hatin” hate vekirin.    Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir. Piştre jî Komîteya Amadekar a Newrozê girse silav kir. Malbatên Hayrî Durmuş, Mazlum û Delîl Dogan û Zekî Yildiz derketin ser dikê û gel silav kirin. Malbatan piştre jî di nava çepik û tililiyan de agirê Newrozê vêxistin.    Pîrozbahî bi axaftinên Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir û Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari berdewam kir. Piştî axaftinan Koma Hevra derket ser dikê. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.