Şîna Çardak bi girseyî hate ziyaretkirin 2024-03-15 13:53:35   AMED - Şîna Îsmet Çardak ku yek ji girtiyên nexweş bû û 15 roj berê hatibû berdan, bi girseyî hate ziyaretkirin.    Tehliyeya yek ji girtiyên nexweş ê giran Îsmet Çardak demekî dirêj hate astengkirin. Çardak di 28’ê sibatê de bi kursiya biteker ji Girtîgeha Tîpa R a Xarpêtê hate berdan. Çardak duh krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Şîna Çardak li Mala Şînê ya Hevîdanlilarê hate danîn.     Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), Komeleya Yekitî, Çand, Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) a Amedê Sultan Yaray, Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Amedê Serhat Eren û Adalet Kaya, namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin a Amedê û namzetên hevşaredariyê yên navçeyên navendî jî tev li serdana şînê bûn.     Di serdanê de sersaxiya malbatê hate xwestin.    ÎSMET ÇARDAK KÎ YE?   Îsmet Çardak di sala 1992’yan de hate girtin û cezayê muebbeta giran lê hate birîn. Çardak di girtîgehê de bi nexweşiya “miyopatiya genetik” ket ku nexweşiyeke genetîka a helandina masûlkeyan e. Çardak, bi teşhîsên fitiq û siyatîkê şaş hate dermankirin û piştre hat zanîn ku nexweşiya wî nayê dermankirin. Nexweşiya Çardak ji ber nehat dermankirin pêş ket û piştî 23 salan di 6’ê nîsana 2015’an de bi rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) hate berdan.    Çardak, 7 salan ma li cem malbata xwe û tedawiya xwe domand. Herî dawî Lijneya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê derbarê Çardak de raporek amade kir û wiha got: “Hewcehî bi taloqkirina înfazê nîn e.” Çardak, di çarçoveya vê raporê de careke din hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê. Çardak piştî demeke kin a girtinê carek din aciz bû û rakirin nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin. Bijîşkên beşa Fizîkê û Norolojiyê der barê Çardak de carek din rapora “Nikare di girtîgehê de bimîne” amade kirin. Çardak şûna ku were berdan, sirgûnî Girtîgeha Hejmar 1 a Ewlehiya Bilind a Dumluya Erziromê hate kirin. Dumlu li vê derê jî ji ber nexweşiyên xwe rakirin nexweşxaneyê û 6 meh berî niha şandin Girtîgeha Tîpa R ya Xarpêtê. Piştî îtîrazên parêzeran Çardak di 28’ê sibatê de bi kursiya bitekel, hate berdan.