Zekiye Alkan li ser gora xwe hat bibîranîn 2024-03-15 14:42:43   ÎZMÎR - Endamên TJA, DBP, Dayikên Aştiyê, ANYAKAY-DER û DEM Partiyê di nav de, çûn ser gora sembola Newroza sala 1990’an Zekiye Alkanê û ew bi bîr anîn.   Tevgera Jinên Azad (TJA), Partîya Herêmên Demokratîk (DBP), Dayikên Aştiyê , Kolemeya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Anataloyiyê (ANYAKAYDER) û rêxîstîna Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îzmîrê di nav de, çûn ser gora Zekiye Alkanê ku li ser bircên Amedê agir berda bedena xwe ya li Bornovayê û ew bi bîr anîn. Li ser gora Alkanê dirûşmên “Newroz pîroz be”, “Şehîd namirin” û “Bijî Newroz” hatin berzkirin.   DENGÊ JINA KURD   Aktîvîsta TJA’yê Emîne Înan a di bîranînê de axivî, anî ziman ku Zekiye Alkan ji bo xwendina dibistanê çû Amedê lê belê di bin bandora banga li Nisêbînê hate kirin de ma û weha got: “Em baş dizanin ku di wan salan de li Nisêbînê gelek mirov şehîd bûn. Ev yek bandor li Zekiyeyê kir. Li ser gelê kurd tundiyeke mezin, polîtîkayên îmha û înkarê hebûn. Piraniya van polîtîkayan li ser jinê dihate meşandin û vê yekê jî bandor li Zekiyeyê kir. Çû ser bircên Amedê û bang li tevahiya jinan û gelê kurd kir û got; 'Ez vê tundiyê û zilmê qebûl nakim. Ez ê bibim dengê jinan û gelê kurd. Ji ber vê ez bedena xwe li ber bircên Amedê didim ber agir.'”     'EM Ê TÊBIKOŞIN'   Înan bal kişand ser sekna Zekiye Alkan û gotina xwe wiha bi dawî kir: “Ji sala 1990’an heta niha peyama Zekiyeyê ji me re bû mîrate. Em li ser şopa Zekiye û rêhevalên wê ne. Em ê tim û dayîm wan bi bîr bînin. Bi vê zanebûnê em ê li dijî zilmê heta ku têk biçe têbikoşin.”