Ozturk: Ji bo aştiyek birûmet divê Abdullah Ocalan azad be 2024-03-15 14:58:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di Newroza Depê de axivî û got ku aştiyeke birûmet bi azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêkan e.    Pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Mazlum Dogan navçeya Depê ya Xarpêtê berdewam e. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk di pîrozbahiyê de axivî. Ozturk, got ku Mazlum Dogan bi sê zilikên şixarteyê pêşiya gelê kurd ronî kir û wiha got: “Ji ber vê yekê jî Newroz ji bo me her tim tê wateya berxwedana li dijî zaliman, Dehaqan û îktîdaran.”    Bi domdarî Ozturk anî ziman ku dewlet dixwaze gelê kurd asîmîle û bêîrade bike û wiha domand: “Ji bo vê jî her rêbazên qirêjî bi kar anîn. Lê belê sekna gelê me ya li dijî vê zîhniyetê jî bû parastina xaka xwe û zimanê xwe. Gelê me dibêje; ‘Em vê zîhniyeta we ya qirêjî qebûl nakin. Em jî dixwazin mîna gelên din azad bijîn. Em dixwazin bi zimanê xwe bijîn.’”    'ÇARESERÎ AZADIYA ABDULLAH OCALAN E’   Ozturk, anî ziman ku rêya aştiyeke birûmet, azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêkan e û axaftina xwe wiha qedand: “Êdî dev ji xapandina gelên Tirkiyeyê berdin. Li Tirkiyeyê her çend ku îktîdar biguherin jî, polîtîkayên li dijî kurdan naguherin. Gelê kurd êdî dizane bê ka çi dixwaze û bi eşkereyî dibêje. Lewma jî em ê têkoşîna xwe mezintir bikin. Em ê ji vê îktîdara faşîst û yekperest bibin bersiv. Em careke din girîngiya Newrozê vebêjin. Li dijî kesên di şer de israr dikin em jî dibêjin aştiyeke birûmet. Li dijî kesên dixwazin bikujin em dibêjin jiyaneke birûmet. Li dijî dijberên demokrasiyê em dibêjin demokrasî. Ev daxwazên me ne. Em ê rêya çareseriyê jî bibêjin. Rê Abdullah Ocalan e, rê azadiya Abdullah Ocalan e.”