Uçar: Abdullah Ocalan qasidê aştiyê ye 2024-03-15 15:37:40   XARPÊT - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di Newroza Depê de axivî û wiha bal kişand ser rola Abdullah Ocalan a di çareserkirina pirsgirêka kurd de: “Birêz Abdullah Ocalan hêj jî qasidê aştiyê ye.”   Pîrozbahiya Newrozê ku bi dirûşma “Rabe, dema azadî û serkeftînê ye” li navçeya Depê ya Xarpêtê tê lidarxistin didome. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar di Newrozê de axivî û bal kişand ser gotina serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a “teroristan”ê. Uçar, ev tişt anî ziman: “Zimanê me înkar dikin. Em bi dengekî bilind bibêjin; divê dewlet bizane ku kurd hene, zimanê me kurdî ye. Bila Îktîdar û AKP’ê vê baş bizane. Em ê bi hev re vê bidin qebûlkirin.”    MEŞA MEZINA AZADIYÊ   Uçar, diyar kir ku divê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin û wiha pê de çû: “Me Meşa Mezin a Azadiyê li dar xist. Li ser me pêşmalkên spî hebûn. Me ew pêşmalk ji bo çareseriya mayînde ya pirsgirêka kurd, ji bo aştiyê, ji bo baweriya xwe ya bi paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan li xwe kirin.”   Di berdewamê de Uçar bal kişand ser hevdîtinên dawî yên wezîrên dewleta tirk ên bi rayedarên Iraqê re û ev tişt anî ziman: “Di demeke ku em ji bo aştiyê dimeşîn de îktîdar bajar bi bajar, welat bi welat digere ji bo ku gelê kurd qetil bike. Encama civîna hatiye parvekirin, peyama domandina şerê li dijî gelê kurd e.”    ‘EM Ê DI 31’Ê ADARÊ DE BERSIVÊ BIDIN’   Uçar, peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên di Newroza 2013’an de bi bîr xist û wiha got: “Gelên Tirkiyeyê di nava hefteyekê de birêz Abdullah Ocalan weke qasidê aştiyê qebûl kirin. Birêz Abdullah Ocalan hêj niha jî qasidê aştiyê ye. Di serî de pirsgirêka kurd, keda wî ya di çareseriya pirsgirêkên din ên li Tirkiyeyê de birêz Ocalan xwedî kedeke mezin e. Lewma jî em ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk û ji bo pêkvejiyana gelan ketin rê. Newroz dê bibe yek ji van gavên me. Em ê di hilbijartinên 31’ê Adarê de li Kurdistanê bersiva herî mezin bidin rejîma qeyûm a AKP’ê.”   Uçar, bal kişand ser qedexeyên li ser zimanê kurdî û da zanîn ku kurdî li Meclisê weke “zimanê nayê zanîn” tê pênasekirin. Uçar, axaftina xwe wiha qedand: “Heke li vî welatî kurd hêj bikarin bi zimanê xwe biaxivin, heke hêj dev ji têkoşîna xwe bernedabe, ev bi saya têkoşîna Mazlum Doganan, Sakîne Cansizan, Gultan Kişanakan e.”