Hatîmogûllari: Navê xaka kurd lê dijîn ‘teroristan’ nîne, Kurdistan e 2024-03-15 15:56:42   XARPÊT - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di Newroza bicoş a li Depê de axivî û wiha bertek nîşanî gotina Erdogan a “teroristanê” da: “Navê xaka kurd lê dijî ‘teroristan’ nîne, navê wê Kurdistan e.”    Hevserokat Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di pîrozbahiya Newroza Depê ya Xarpêtê de axivî û kesên di komkujiyên Helebçe û Beyazitê hatine qetilkirin bi bîr anî. Hatîmogûllari, got ku zîhniyeta komkujer hêj berdewam dike û ev tişt anî ziman: “Bi ÎHA’yê dişînin Rojava re, bi SÎHA’yan re hêj jî gelê kurd qetil dike.    Bi domdarî Hatîmogûllari bersiv da gotina Erdogan a “em ê nehêlin li başûrê welatê me teroristan were avakirin” û wiha got: “Navê xaka gelê kurd lê dijî ‘teroristan’ nîne, navê wê Kurdistan e.”    OPERASYONA DERVEYÎ SÎNOR   Bi domdarî Hatîmogûllari got ku AKP ji bo operasyoneke nû ya li derveyî sînor welat bi welat digere û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo planên xwe yên operasyonên derveyî sînor, li Iraqê peymanek îmze kirine û nexşerêyek amade kirine. Îktîdara AKP’ê dixwaze di vê hilbijartinê de jî li ser cenazeyan kampanyaya hilbijartinê bimeşîne. Di du hefteyên dawî de em tevek hişyar bin. Em, careke din rejîma Qesrê ya ku dixwaze li ser cenazeyan siyasetê bike şermezar dikin.    Gelê me yê hêja; ev îktîdar îdia dike ku demokrasî aniye Tirkiyeyê. Ev dereweke mezin e. Înkarkirina pirsgirêka kurd, nêzikatiyên faşîstane, gotinên cihêkar demokrasî nîne. Heke xelk ketibe nava pencên xizanî û birçîtiyê, ev yek tê wateyê ku vê îktîdarê ne demokrasî lê xizanî aniye vî welatî.    DIVÊ LI SERDEMA MITABEQETA DOLMABAHÇEYÊ VEGERIN    Em li Depê careke din bang dikin; pirsgirêka kurd pirsgirêka statûyê ye. Çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, ji bo azadiya gelên Tirkiyeyê û demokrasiyê girîng e. Em careke din ji zîhniyeta ku pirsgirêka statûyê hewl dide bi rêgehên cuda vebêje û li ser vê yekê şer gur dike re dibêjin ku, li serdema Mitabeqeta Dolmabahçeyê vegerin. Tevî ewqas bedelan jî gelê kurd di aştiyê di israr dike. Sedema vê jî baweriya wan a bi aştiyê ye. Werin em bi hev re pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane çareser bikin. Werin em ji bo çareseriyê dest bi guftûgo û hevdîtinan bikin.    Tekane rêya çareserkirina pirsgirêka kurd ev 40 sal in didome aştî û guftûgo ye. Divê tecrîda li ser birêz Ocalan tavilê were rakirin, deriyên Îmraliyê bên vekirin.”