Di salvegera yekemîn a lehiyê de daxuyanî hat dayîn: Em ê rûbaran îstamlaq bikin 2024-03-15 16:15:02 RIHA - Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê di yekemîn salvegera lêhiya li Rihayê de ku 21 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, li pêşiya înşeata di nava rûbar de tê çêkirin daxuyanî dan û gotin: “Em ê destûr nedin înşeat di rêgehên rûbaran de tên çêkirin. Em ê rûbaran îstîmlaq bikin."   Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Riha û navçeyên wê di yekemîn salvegera lêhiya Rihayê de daxuyanî dan. Daxuyanî li pêşiya înşaeta li ser rûbarê Çemê Narliya li navçeya Karakoprutê tên çêkirin, hate dayîn. Namzetên Hevşaredariyê Bajarê Mezin a Rihayê û navçeyên wê û pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê tev li daxuyaniyê bûn.    Di daxuyaniyê de pankarta “Karesatên xwezayî nakujin, şaredarvaniya AKP’ê dikuje” hate vekirin. Namzetê hevşaredariya Karakopruyê yê DEM Partiyê Ridvan Yavûz di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Yên ku li Cizîrê daristan şewitandine, yên ku daristanên çiyayên Kazê qurbanî madenan kirin û yên Riha anîne vî halî di heman ferasetê de ne. Ne çiya hiştin ne rûbar. Berdêla wê çi bibe bila bibe em ê tevan îstîmlaq bikin."    ‘NE KARESATA XWEZAYÎ, QETLÎAMA XWEZAYÊ’   Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Gulşen Ozer jî ev tişt gotin: “Em ji bo bîranîna 21 kesên canê xwe di karesata lêhiyê de ji dest dane li vê derê ne. Tiştên hatine serê me ne ji ber karesata xwezayî, ji ber qetlîama xwezayê hatin serê me. Ji gelê me re soza me ye, em ê destûrê nedin van înşeatan. Em ê şaredarvaniya azadiyê jinê, û xeta ekolojiye de bikin.”    ‘FERASETEKE RANTPARÊZ HEYE’   Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Rihayê Celalettîn Erkmen jî ev tişt gotin: “Em di salvegera ku me 21 canê xwe di karesata lêhiyê de winda kirine de ne. Tevî hemû hişyariyên meteorolojiye şaredarî tu tevbir negirtin. Şaredarvaniya ku ji bo komeke rantparêzan çavkaniyan peşkeş dike heye. Em ji bo şaredarvaniya demokratîk, azad, wekhev, ekolojîk û hesabi dide û bi rê ve dibe daxwazkar in.”