Li Osmaniyeyê 7 kes hatin binçavkirin 2024-03-15 16:27:04   OSMANIYE - Li Osmaniyeyê yek jê zarok, 7 ciwan hatin binçavkirin.   Serdozgeriya Komarê ya Osmaniyeyê bi hinceta “ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal propagandaya rêxistinê kirine” derbarê gelek kesan de lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de îro polîsan bi ser gelek malan de girtin û yek jê zarok bi giştî 7 kes binçav kirin. Kesên hatine binçavkirin sewqî Edliyeya Osmaniyeyê hatin kirin.    ‘ÇI KIRINE EV CIWAN?’   Polîsan 7 kes bi awayekî bi pişt ve kelemçekirî anîn Edliyeyê. Xizmên ciwanan ên hatin pêşiya avahiyê Edliyeyê, wiha bertek nîşanî polîsan dan: “Van ciwanan çi kirine ?”