DEM Partî: Em ne muxatabê tawanbariyê kirêt in 2024-03-15 18:42:36   ENQERE- Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê, daxuyaniya namzetê şaredariyê yê Şaredariya Balayê yê AKP'î Ahmet Bûran ku gotibû dê hilbijêrên DEM Partiyê piştgiriya wî bikin, derewand û got: "Em ne muxatabê van tawanbariyên kirêt in. Buxtanên li partiya me tên kirin, bi temamî bermayên xeyalî ne."    Namzetê Bala ya Enqereyê yê AKP'î Ahmet Bûran di weşana zindî de gotibû ku wê endamên DEM Partiyê raya xwe bidin wî. Piştî vê Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist. Daxuyanî li ber Buroya Hilbijartinê ya Balayê hat dayîn. Hevseroka DEM Partiyê yê Enqereyê Fatîn Kanat metna daxuyaniyê xwend. Endama MYK'ê ya DEM Partiyê Canan Çalagan, endamên partiyê û şêniyên Balayê beşdarî daxuyaniyê bûn.   ‘EM NE MUXATABÊ VAN TAWANBARIYÊN KIRÊT IN'   Kanat destnîşan kir ku di demên dawî de di hin qenal û mecrayên cur bi cur de ji bo qelskirina DEM Partiyê hin îdiayên pûç tên derpêşkirin û got: "Yek ji van jî axaftina Şaredarê AKP'î yê Balayê ya di qenaleke televîzyonê de ye. Ev spekulasyon e ku gotiye dê DEM Partî piştgiriyê bide wî. Em careke din dubare dikin em ne muxatabê van spekulasyon û tawanbariyên kirêt ên li hemberî partiya me ne. Rast e, partiya me li Balayê namzet nîşan nedaye. Her wiha ji ber ku li Polatliyê rêxistina me ya navçeyê tam nehatiye avakirin, me li wir jî namzet nîşan nedaye. Ji xeynî vê me li navçeya Yenîmahalleyê jî namzet nîşan nedaye. Sedema vê rewşa me ya îstisnayî, CHP jî di nav de ne tifaqa bi partiyan re ye. Ev biryara Komîsyona Hilbijartinê ya navenda me ye ku di encama îstoşareyan de ev biryar hatiye girtin. Ji xeynî vê li 21 navçeyên Enqereyê namzetên me hene û tevî namzetên me yên Şaredariya Bajarê Mezin xebatên me didomin."    Kanat destnîşan kir ku li DEM Partî li balayê piştgiriyê nade tu partiyê û bi tu partiyê re li hev nekiriye û got: "Buxtanên li partiya me tên kirin, bi temamî bermayên xeyalî ne."