Li Sûrên Amedê pîrozbahiya Newrozê 2024-03-15 21:32:27   AMED - Bi pêşengiya DEM Partiyê li Sûrên Amedê bi meşale û erbaneyan Newroz hat pîrozkirin.   Bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê li Sûrên Amedê Newroz hat pîrozkirin. Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê, parlamentera Amedê Adalet Kaya, nazmetê hevşaredariyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn, namzetên hevşaredariyê yên Sûrê û gelek kes tevli pîrozbahiyê bûn.    Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.