ROJEVA 16'Ê ADARA 2024'AN 2024-03-16 09:01:06 * Agirê Rahşan Demîrelê ji bo protestokirina qedexeyên Newrozê, bi gotina “Ez agahî didim Îsmet Sezgîn; Dê Newroz were pîrozkirin, bi lastîkan neve jî dê bi canê me ve were pîrozkirin” berdabû bedena xwe her sal gurtir bû.   * Şaxa Ma Muzîk a li Sûrê ya bi navê Çand Ma sibê vedibe. Ji perwerdekaran Sarya Ertaşê diyar kir ku amadekarî bi dawî bûne û wiha got: "Em Çand Ma'ya xwe bi xurtî vekin."   * Parêzera norwecî Kjell Byrgfjeld îşaret bi wê yekê kir ku bêpêwendiya mutleq a li Îmraliyê ji qanûnên navxweyî yên Tirkiyeyê tê û got: “Li gorî nêrîna parêzeran ev rewşeke wiha ye ku nayê qebûlkirin. Di vî warî de daxilkirina nava rojeva cîhanê bivênevê ye."    * Selamî Ustundag ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa S ya Kavakê di greva birçîbûnê de ye ragihand ku rastî îşkenceyê hatiye. Malbata Ustundag got: "Em ji jiyana zarokê xwe bi fikar in."   * Sûltan Acar a di êrişa Hîzbulkontra ya li Elihê de hevjînê wê hatiye qetilkirin got: "Îro dibêjin 'wê demê me sivîl nekuştine'. Hem kuştin û hem jî winda kirin. Em ê tu carî wan efû nekin."   * Rûspiyên ji bo DEM Partiyê li navçeya Qilebanê bi şev û roj xebatan dimeşînin diyar kirin ku dê di hilbijartinên 31'ê Adarê de li dijî nelirêtiyan li ser sindoqan de cihê xwe bigirin û wiha got: "Em ê nehêlin ku rayeke me jî bê dizin."   * Rabîa Ataş a di salên 90’î de bi pêxistina agirê li ser banê xwe Newroz pîroz kir, 25 sal in bi heman cilan tev li pîrozbahiyan dibe. Ataşê wiha got: “Ewilî bi şewitandina çend perçeyên êzingan dest pê kir, pişt re teker hatin şewitandin. Ew agirê biçûk mezin bû û gurtir bû.”   * Kesên li Şirnexê şahidiniya Newroza 1992'yan a gelek kês lê hatin qetilkirin kirin, destnîşan kirin ku tevî hemû qedexe û astengiyan dest ji pîrozkirinê bernedan û wiha gotin: “Newroz ji bo me ziman e, nasname ye û çand e.”   * Xebatên DEM Partiyê dê li gelek bajaran berdewam bikin. (10.00-20.00)    * Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan dê berdewam bike. (11.00-17.00)   * Bi boneya salvegera Komkujiya Helebceyê dê li gelek bajaran daxuyanî bên dayîn. (11.00)    * Çalakiya Dayikên Şemiyê û malbatên windakiriyan dê li Amed, Êlih û Stenbolê berdewam bike. (12.00)    * Komîteya Amadekar a Newroza Sêrtê dê têkildarî pîrozbahiyên li bajêr daxuyaniyekê bide. (13.00)    * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê li navçeya Erdîş a Wanê; Hevserokê Giştî Tûncer Bakirhan jî li navçeya Dîlovasiyê tev li hevdîtina bi gel re bibin. (13.00) ZINDÎ   * Çalakiyên têkildarî rewşa girtiyên nexweş ên li Îzmîr, Enqere û Stenbolê dê bidomin.    * DEM Partî dê li Amedê beyannameya xwe ya rêveberiyên herêmî li otelekê aşkere bike. (19.00) // ZINDÎ