Parêzer Byrgfjeld: Divê tecrîd daxilî rojeva cîhanê bê kirin 2024-03-16 09:10:11   STENBOL- Parêzera norwecî Kjell Byrgfjeld îşaret bi wê yekê kir ku bêpêwendiya mutleq a li Îmraliyê ji qanûnên navxweyî yên Tirkiyeyê tê û got: “Li gorî nêrîna parêzeran ev rewşeke wiha ye ku nayê qebûlkirin. Di vî warî de daxilkirina nava rojeva cîhanê bivênevê ye."    Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê 26 sal in li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê girtin, 36 meh in tu agahî nayên girtin. Li dijî vê kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" di 10'ê cotmeha 2023'yan de li cîhanê ji aliyê kurdan û dostên wan ve hatibû destpêkirin. Kampanya ket qonaxa xwe ya duyemîn.   Di çarçoveya kampanyayê de heyeta "Delegasyona Navneteweyî ya Parêzerên Li Dijî Tecrîdê" ku 12 parêzerên ji Swêd, Afrîkaya Başûr, Îspanya, Îtalya û Norwêcê pêk tê, li Tirkiye û Kurdistanê gelek serdan û têkilî danîn. Ji endamên delegasyonê Parêzer Kjell Byrgfjeld ê endamê Baroya Stavanger a Morwecê, der barê tecrîda li Îmraliyê û hewldanên delegasyonê de axivî.    JI BER QANÛNÊN NAVXWEYÎ YÊN TIRKIYEYÊ YE   Byrgfjeld anî ziman ku ew 42 sal in parêzer e û got ku ew wekî parêzer beşdarî dozên li Dadgeha Destûra Bingehîn a Norwêcê bûye û ji bo der barê pirsgirêka kurd û tecrîdê de agahiyan bigire û çavdêriyan bike hatiye Tirkiyeyê. Byrgfjeld bilêv kir ku ew di nêz de hay ji tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çêbûne û got: "Bi rastî jî berê haya min ji tecrîdê tune bû. Bi qasî ku ez têdigihim, rewşa tecrîdê û bêpêwendiyeke mutleq hêza xwe ji qanûnên navxweyî yên Tirkiyeyê digire. Lê divê ev qanûnên ku li dijî qanûnên navneteweyî ne, bên rakirin. Ji ber ku ev rewş rewşeke ku nayê qebûlkirin."   ‘TECRÎD AMÛREK E’   Byrgfjeld da xuyakirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê û pirsgirêka kurd rasterast bi hev ve girêdayî ne û destnîşan kir ku têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd vê têkoşînê di çarçoveya xwe bi xwe diyarkirina çarenûsa xwe esas digire. Byrgfjeld di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Pirsgirêka kurd mijareke ku hem li qada navneteweyî hem jî li Norwêcê di rojevê de ye. Ev jî qadeke ku em li Norwêcê li ser disekinin û di vê mijarê de bi dostên xwe yên kurd re di nava têkiliyê de ne. Pirsgirêka kurd jî parçeyek ji wê hevkêşeyê ye ku li Rojhilata Navîn çareseriya wê zehmet e. Helbet ez li ser serxwebûn an otonomiya ku dem bi dem ji bo kurdan tê xwestin difikirim û vê rewşê di çarçoveya mafê çarenûsa kurdan de dinirxînim. Têkildarî tecrîdê divê were zanîn ku tecrîd bi xwe amûrek e ku tevgera siyasî ya heyî sînordar dike.”   ‘DIVÊ DAXILÎ ROJEVA CÎHANÊ BIBE'   Byrgfjeld anî ziman ku ew ê li welatê xwe hemû binpêkirinên mafan ên di serdana xwe ya li Tirkiyeyê de dîtine, bi taybet tecrîda Îmraliyê bînin rojevê û got: “Em ê bi taybetî têkiliyên xwe yên bi parêzeran re bi kar bînin. Ji aliyê parêzeran ve ev rewşeke wiha ye ku nayê qebûlkirin. Di vî warî de adaxilkirina nava rojeva cîhanê bivênevê ye. Ji bo raporkirina çalakiyan jî ez ê bi Yekîtiya Baroya Norwêcê re têkiliyê deynim."   MA/ Îbrahîm Irmak