Malbata girtî Ustundag: Em ji ber jiyana wî bi fikar in 2024-03-16 09:17:02 ERZIROM - Selamî Ustundag ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa S ya Kavakê di greva birçîbûnê de ye ragihand ku rastî îşkenceyê hatiye. Malbata Ustundag got: "Em ji jiyana zarokê xwe bi fikar in."   Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê girtin û bi awayekî demokratîk çareseriya pirsgirêka kurd dan destpêkirin, di roja 111’an de berdewam dike.   Girtiyên di greva birçîbûnê de diyar dikin ku ji aliyê gardiyanan ve rastî lêdan û îşkenceyê hatine. Selamî Ustundag ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa S a Kavakê ya Samsûnê tê girtin, bi dayika xwe Mulkiye Ustundagê re bi telefonê axivî. Ustundag diyar kir ku li girtîgehê îşkence li wan hatiye kirin. Selamî Ûstûndag ê ku greva xwe ya birçîbûnê didomîne di axaftina xwe ya bi telefonê ya bi dayika xwe re diyar kir ku gardiyanên girtîgehê li wan xistine û got ku nizanin daxwaznameyên wan ên ji bo îtirazê ji Dadgeriya Înfazê û dozgeriyê re nivîsandine gihaştine ber destê wan yan na.    ‘EM BI FIKAR IN'   Mulkiye Ustundag bi rêya telefonê pê hesiyaye ku îşkence li kurê wê hatiye kirin û wiha got: “Kurê min û hemû hevalên wî ji aliyê karmendên înfazê ve tên îşkencekirin. Em nikarin dengê xwe bidin bihîstin. Serlêdanên ji aliyê me û girtiyan ve tên kirin, nayên nirxandin. Jixwe zarokên me di girtîgehê de cezayê xwe dikişînin. Çima vê îşkenceyê li wan dikin? Bi şev wan şiyar dikin û dibin îşkenceyê. Ez ji jiyana kurê xwe bi fikar im. Ez daxwaz dikim ku kurê min û girtiyên din ên ku wekî wî îşkence li wan hatiye kirin, veguhêzînin girtîgeheke din."    Bav Hanîfî Ustundag jî got: “Kurê min bi hinceta bûyerên Kobanê hat girtin. 28 sal cezayê lê hat birîn hatiye erêkirin. Kurê min tevî ku tu delîl tune bû jî ev ceza lê hat birîn. Kurê min berê li Girtîgeha Panosê bû, piştre sirgûnî Girtîgeha Erzinganê hat kirin. Ji ber ku li Girtîgeha Erzîinganê li dijî lêgerîna tazî rabû, heman şevê bi lêdanê ew şandin Girtîgeha Tîpa S ya Kavak a Samsûnê. Tenduristiya kurê min ne baş e. Karmend ku bi bacên ku ez didim meaşê xwe distînin, her cure îşkenceya fizîkî û derûnî li kurê min dikin. Ez ji tenduristiya kurê xwe bi fikar im."   DAXWAZNAMEYÊN WAN ESAS NAYÊN GIRTIN   Ustundag anî ziman ku ji ber li Girtîgeha Tîpa S ya Kavaka Samsûnê îşkence li wan hatiye kirin gelek caran daxwazname şandine û diyar kir ku daxwaznameyên wan ji rayedarên pêwendîdar re nehatine şandin. Ustundag got: “Daxwazname esas nayên girtin. Karmend daxwaznameyan vedişêrin û naşînin ji rayedarên peywendîdar re. Dema li Girtîgeha Erzinganê bûn û em çûn cem wan, karmendên înfazê tehdeya derûnî li me jî dikirin. Ji bo em kurê xwe bibînin neçar man her cure zext û heqaretên li me dihatin kirin qebûl bikin. Ev girtî ji ber ku kurd in li wir in. Kurê min bi hinceta bûyerên Kobanê yên sala 2014’an ket girtîgehê. Di wê dozê de piştî 9 mehan hat berdan, lê piştre bi heman dosyeyê doz li wî hat vekirin û hat girtin. Ev girtin neqanûnî ye."    ÎŞKENCE   Ebubekir Ustundag biraziyê Selamî Ustundag jî anî ziman ku ev girtin ji ber sedemên siyasî pêk hatiye û got: "Apê min li Girtîgeha Samsûnê rastî îşkenceyê tê. Ez ji ewlehiya jiyana wî bi fikar im. Em daxwaznameyê ji her saziyê re dişînin, lê haya tu rayedaran ji daxwaznameyên me nîn e. Karmendên dewletê îtîrazê ji berpirsên xwe re ranagihînin. Ew muameleya koleyan li girtiyan dikin. Dema em daxwaznameyên xwe pêşkêşî dezgehên pêwendîdar dikin, em bersiveke erênî nagirin. Daxwaznameyên me li me vedigerin. Ev pêvajo ji bo hemû girtiyan tê sepandin. Edaleta Komara Tirkiyeyê wekî lastîkê ye û her carê bi biryareke cuda dertê pêşiya te."