Di 31'ê Adarê de sindoq emanetî wan in: Em ê nehêlin rayeke me jî bê dizîn 2024-03-16 10:13:16     ŞIRNEX - Rûspiyên ji bo DEM Partiyê li navçeya Qilebanê bi şev û roj xebatan dimeşînin diyar kirin ku dê di hilbijartinên 31'ê Adarê de li dijî nelirêtiyan li ser sindoqan de cihê xwe bigirin û wiha got: "Em ê nehêlin ku rayeke me jî bê dizin."   Partiyên siyasî beriya hilbijartinên herêmî yên ku di 31’ê Adarê de bên kirin xebatên xwe didomînin.Lêbelê beriya hilbijartinên herêmî yên bên li dar xistin de hin nelirêtî jî di rojevê de ne. Li navçeya Qileban a Şirnexê ku hikûmeta AKP'ê di hilbijartina 31'ê Adara 2019'an de bi wesayîtên zirxî leşkerên "hilbijêr" biribûn ser sindoqan, niha jî bi heman rêbazî careke din bi hezaran "hilbijêrên" ku ji derve anîne li navçeyê bicihkirine. Navçeya ku 8 hezar û 500 hilbijêran wê hene, AKP'ê 3 hezar û 200 leşker û polîs weke "hilbijêr" li navçeyê bi cih kirine û armanc dike ku careke din şaredariya Qilebanê desteser bike. Lêbelê li dijî vê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi rihê seferberiyê li kolan, kuçe, tax û gundên navçeyê digere û bang li gel dike ku di 31'ê Adarê de xwedî li vîna xwe derbikevin. Lê hêjayî bibîrxistinê ye ku li navçeyê di xebatê DEM Partiyê yê hilbijartinê de herî zêde jin, ciwan û kal û pîr cih digirin. Kal û pîrên ku her roj serê sibê bi kincên xwe yên herêmî tên buroya hilbijartinê herî zêde balê dikişînin. Ev kal di heman demê de di komîsyonên qanehkirinê, komîsyonên hilbijartinê de cihê xwe digirin. Bi roj gund û taxa û bi şev jî yek û yek weke şandeyeke serdana malbatan dikin û nêrîn û daxwazên wan ê der barê hevşaredariyê de digirin. Di heman demê de ev kes dê di 31'ê Adarê de jî weke çavdêr (Mûşahît) cihê xwe li ser sindoqan bigirin.   'EM Ê XWEDÎ LI SINDOQÊN XWE Û HEVŞAREDARÊN XWE DERBIKEVIN'   Yek ji van jî Hasan Ûrek e. Ûrek ê ku 60 saliye di her danê sibehê de berê xwe dide buroya hilbijartinê û di nav xebatan de cihê xwe digire. Urek dê di heman demê de di hilbijartina ku dê 31'ê Adarê de bê lidar xistin de jî weke mûşahît li ser sindoqê cihê xwe bigire. Ûrek, diyar kir ku ew ji bo ku îradeya gel careke din neyê desteserkirin di nav xebatan de ye û wiha axivî: "Em ê xwedî li sindoqên xwe derbikevin û dengê xwe bidin zimanê dayika xwe û dengê xwe em ê bidin xwe em nadin dijminê xwe. Em ê dengê xwe bidin çanda xwe û zimanê xwe. Me ti carî xiyanet li partiya xwe nekiriye û em ê nekin jî. Ev doz dozake dûr û kûre em pey dijminê xwe nakevin. Em xwe bi pereyî nafiroşin. Heta ku em saxbin em ê pey vê dozê bin. Em ê xiyanetê zimanê dayika xwe nekin. Îradeya gelê me jî aşkere ye û em ê bi gel re xwedî li sindoqên xwe derbikevin. Qasî ku ji destê me tê em ê nehêlin ku dengekî me jî bê dizîn. Heke ku me dît ku nelirêtiyek çêbû em ê her aliyê hiqûqî ve serlêdanên xwe bikin. Em ê xwedî li sindoqên xwe û hevşaredarên xwe derbikevin. Gel vê carê ji xwe bi bawer e. Em daxwazên gel guhdar dikin û nêrînên wan jî baş in û em ê serbikevin."   'SERÊ ME JÎ BÊ ŞIKANDIN EM Ê SINDOQÊN XWE TERKNEKIN'   Yek ji peywirdaran jî Mahmut Tok ê 70 salî ye. Tok jî dê di hilbijartinê de li ser sindoqê be û xwedî li îradeya gel derbikeve. Tok, bi lêv kir ku di roja hilbijartinê de çi bikeve ser milê wan ew ê bikin û got: "Pêwîste ku em dengê xwe bidin xwe, bidin zimanê xwe. Divê ku her yek ji me li ser sindoqan cihê xwe bigire. Em bizanibin ku dê serê me jî bê şikandin divê ku em sindoqên xwe terik nekin û xwedî li vîna gel derbikevin. Raya me namûs e, şeref e. Ez hatime vî emrê xwe min dengê xwe ji bilî partiya xwe nedaye tu kesî. Ez di nav xebatan de me û ez ê roja hilbijartinê jî bi şandeya ku dibistanan digere û çavderiyê dike re cihê xwe bigirim. Ji bo ku dengê me neyê dizin em ê di nav hewldanan de bin. Roja hilbijartinê em ê li ser sindoqên xwe bisekinin. Divê ku herkes partiya xwe û dengê xwe xwedî derbikeve."    'WÊ ROJÊ ÇAVÊ ME JÎ Û GUHÊN ME JÎ VEKIRÎ BIN'   Abdulkerim Altûrk ê 72 salî ye ku di komîsyona îknakirinê de cihê xwe digire jî anî ziman ku ew ê vê carê rê nedin diziyan û ev tişt anî ziman: "Ez ê 31'ê Adarê li ser sindoqê peywirdar bim. Em ê wê rojê çav vekirî bin û nehêlin ku bi telefonê xwe bikevin kabinê. Em nahêlin ji xeynî kesekî tenê keseke din jî pê re biçe. Heke ku hilbijêrên astengdar hebin wê peyvirdar alikariya wan bikin. Em wê rojê çavê me jî  û guhê me jî vekiribin û nehêlin ku dizî çêbibin. Ev 20 sal in ez tekoşîna vê didim. Ez di komîsyonê de û komîsyona amadekar de cihê xwe digirim. Em dikarin ku hilbijêran qaneh bikin ew hêza me heye. Heke ku wijdana Qilebanê hebe dê raya xwe bide xwe. Ji me re şerme ku em bidin partiyeke din. Em êdî koletiyê qebûl nakin. Heçiyê ku şerim dike dê bide zimanê xwe û hebûna xwe."     'EM NAHÊLIN RAYÊN ME BÊN DIZIN'   Tahir Ûrper ê 70 salî ku di nav xebatan de cihê xwe digire jî wiha dibêje: "Dê gelê Qilebanê vê carê xwedî li îradeya xwe derbikeve. Em xiyanetê li gelê xwe nakin. Divê ku em vê carê neyên xapandin. Em ê xwedî li sindoqên xwe derbikevin. Em naxwazin ku vê carê îradeya me bê dizîn. Bila herkes raya xwe bide wijdana xwe. Em nahêlin ku rayên me bên dizin."    MA / Zeynep Dûrgût