Tevî qedexeyan jî dev ji pîrozkirina Newrozê bernedan 2024-03-16 10:15:04   ŞIRNEX – Şahidên Newroza 1992’yan ya li Şirnexê ku gelek kes lê hatibûn qetilkirin, destnîşan kirin ku tevî hemû qedexe û astengiyan dest ji pîrozbahiyê bernedan û wiha gotin: “Newroz ji bo me ziman e, nasname ye û çand e.”   Îsal yek ji navendên pîrozbahiyên Newrozê ku dê bi dîrûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” were lidarxistin jî Şirnex û navçeyên wê ne. Şirnex, bajarekî ku bi Newrozê re wekehev bûye. Sedemê vê yekê jî, komkujiyên li qadên Newrozên 1990’an pêk hatine û berxwedan e. Tevî hemû qedexe û astengiyan cardin jî agirê Newrozê li Şirnex û navçeyên wê nehate vemirandin. Bi piranî Newroza 1992’yan ji bîra mirov naçe. Li Şirnexê û navçeya wê Cîzîrê di 21'ê Adara 1992’yan de dema ku bi hezaran gel xwest pîrozbahiyê bikin, bi panzêran ser gel de çûn. Û ji aliyê polîsên tîmên taybet ve gûle hatin reşandin, li Cîzîrê herî kêm 57 û li Şirnexê jî 47 kes hatin qetilkirin.   TIŞTA KU DI ROJA NEWROZÊ DE HATE JIYÎN   Mahmut Kulter (57) ku şahid û beşdarvanê Newroza Şirnexê ya navendê bû, tiştên wê demê jiyane, vegotin. Kulter da zanîn ku berî pîrozbahiya Newrozê wan tevahî amadekariyên xwe kiribûn û wiha got: “Ji gundê Avgamasya, Milga Şantiyê, Nerex, Heştan, Biryan û Dehlabiyê bi beşdarbûna gundiyan re pîrozbahiya Newrozê li navenda bajêr bihata lidarxistin. Roja Newrozê wê pîrozbahî li parka ku em bi navê  Heykel nav lê dikin bihata kirin. Paşê me ber bi navendê ve dest bi meşê kir. Lê li qada Omer Kabak pêşiya hevalên me hate birîn. Em jî ber bi wir ve meşiyan. Dema ku em meşiyan ji aliyê leşkeran ve gûle bi ser me de hatin barandin. Pêşî herkes bi milekî ve belav bû. Paşê careke din gihiştin hev û dest bi meşê kirin. Dema ku em gihiştin qadê careke din êrîşî me kirin. Yek ji wan derketibû ser banekî û rast e rast berê çekê dabû nava gel û gûle li gel direşand. Li wir hinek hevalên me şehîd bûn û hinek jî birîndar bûn.”   Kulter, îşaret kir ku danê êvarê careke din leşkeran gûle bi ser gel de barandin û wiha destnîşan kir: “Wê demê cîranekî min jî birîndar bû. Min ew li wesayîtekê siwar kir û xwest bibim nexweşxaneyê. Lê bi guleyan êrîşî wesayîta me jî kirin. Paşê yek ji panzêrê daket ku em nas dikirin, xwest em birîndarê xwe rahêjin û bibin. Me jî birîndarê xwe rahiştê, pêşî bir Mêrdînê, paşê jî bir Amedê. Dawiyê min tu agahî ji wir wernegirt.”   ‘DAWIYA DAWÎ EM Ê BISERKEVIN’   Kulter da zanin ku li hember êrîş û pêkutiyan gelê kurd tu gav bi paş ve neavêtiye û wiha domand: “Kurdan di hovitiya 1992’an de hatibû kirin jî tu gav bi paş ve neavêt, ji niha pêde jî dê qet tu gavan bi paş ve neavêje. Di salên 90’î de gelek mirovên me di îşkencexaneyan de hatin qetilkirin. Gelek tişt anî serê gelê me lê gelê me tu gav bi paş ve neavêt. Îro jî êrîş dikin lê dawiya dawî dê gelê kurd serbikeve. Ev têkoşîn berdêlên pir mezin dixwaze. Me gelek berdel dane û em ê hîn jî bidin, lê dawiya dawî jî em ê biserkevin.”   ‘ME QET BI PAŞ VE GAV NEAVÊT’   Ahmet Gokalp (57) ê ku di Newroza 1992’yan de ji gundê Nerexê ji bo pîrozbahiyê hate navendê wiha got: “Hewa sar bû, berf li erdê bû lê me cil û bergên xwe yên herêmî li xwe kirin û ji bo pîrozbahiyê hatin navendê. Hinek ji me bi meşê, hinek jî bi wesayîtan ketin rê. Bi def û zirneyê em beşdarî pîrozbahiyê bûn. Dema ku em gihiştin navenda bajêr leşkeran pêşiya me girt û nehişt em bigihin, koma ji me û wê de. Ji çar aliyan ve gel herikî navendê. Leşkeran jî êrîş dikir. Hinek ji me hatin qetlkirin û hinek jî hatin birîndarkirin. Lê kesek ji me bi paş ve venegeriyan.”   Gokalp di berwedamiya axaftina xwe de anî ziman ku di her demê de Newroz pîroz kiriye û got “Ji wê rojê heta niha me tu gav bi paş ve neavêtiye. Tu hêz nikare li pêşiya pîrozbahiya Newroza gelê kurd bigire. Newroz ji bo me cejneke mezin e, şahiyek e. Dema ku Newroz tê em dikevin kelecanekê. Gelê kurd wê bi Newrozê biserkeve.”   ‘NEWROZ ZIMAN E, NASNAME YE’   Yek ji şahidê wê demê Şahîn Barkin (75) jî anonsên wê demê hatin kirin bi bîr xistin û wiha axivî: “Newroz hate pîrozkirin û mirov hatin qetilkirin. Dema dane nîvro dewletê anons kir. Bang kir ku divê herkes deriyê xwe veke û herin pêşiya walîtiyê. Dema ku em derbasî wir bûn kefiyên li dora stûyê me ji me wergirtin û şewitandin. Em tevahî gelê Şirnexê li wir kom kirin. Berê panzêrên xwe dabûn gel. Û mal bi mal dest bi lêgerînê kirin.”    Barkin, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ji tevahî gundan gel ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Şahiyek pir mezin hate lidarxistin. Newroz ji bo me rojek pir girîng e. Cejn e, serhildan e. Her sal beriya Newrozê bi kelecan em cil û bergên xwe amade dikin. Gelê kurd tu carî dev ji Newrozê ber neda. Dema ku ez diçim gund, bi tenê bim jî cardin bi şev agir pêdixim û Newrozê pîroz dikim. Demên berê ji gund bi seatan dimeşiyam û diçûm qada Newrozê. Gelê Kurd bi xwedîderketina Newrozê re li xwe xwedî derdikeve. Newroz ji bo me ziman e, nasname ye û çand e.”