Li Şirnexê cih, li Qilebanê dîrok hate guhertin 2024-03-16 10:21:50   ŞIRNEX - Li navenda Şirnexê ku dê Newroz lê were pîrozkirin cih, li navçeya Qilebanê jî dîrok hate guherîn. Endamên Komîteya Amadekar a Newrozê botanî vexwendin pîrozbahiyên Newrozê.   Li navenda Şirnexê navnîşana ji bo pîrozkirina Cejna Newrozê ya bi dirûşmeya “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” di 17’ê Adarê de hatibû diyarkirin guherî. Navnîşana pîrozbahiyê weke sîteya senayiyê hate diyarkirin. Pîrozbahî dê saet di 11.00’an de dest pê bike û Hevserokê Kongreya Demokratîk a Gelan (KCD) Berdan Ozturk û parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Pervîn Bûldan dê beşdar bin. Hunermend Şehrîbana Kurdî û Kadîr Çat dê derkevin ser dikê.   Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen ev bang kir: “Newroz li dijî zilma Dehaqan serhildan e. Newroz ji bo gelê kurd ne tenê hatina biharê ye, di heman demê de navê azadiyê ye. Gelê Botanê ji salên 90’î ve bi bedelên giran Newroz pîroz kirin. Em ê îsal jî bi agirekî gur pîroz bikin. Em li benda gelê xwe ne.”   ‘DEM AZADIYÊ YE’    Hevseroka DEM Partiyê Nûrcan Alturk jî diyar kir ku ji ber cihê beriya niha diyar kiribûn biçûk bû, cih guhertin û wiha got: “Em hemû gelê xwe yê Botanê sibê saet 11.00’an de bi reng, nasname û coşa wan vedixwînin qada Newrozê. Dem dema me ye. Dem dema serkeftinê ye. Dem dema azadî û serkeftinê ye.”   PÎROZBAHÎ LI QILEBANÊ DI 18’Ê ADARÊ DE NE   Dihate plankirin ku li navçeya Qileban a Şirnexê di 19’ê adarê de were pîrozkirin. Lê dîrok hate guhertin û Newrozê dê di 18’ê adarê de were pîrozkirin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, parlamentera Amedê Adalet Kaya û hûnermend Hozan Cesîm, Hozan Şervan û Koma Ritmên Azad dê tev li Newroza ku li qada garaja gundan were pîrozkirin bibin. Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê û Hevserokê DBP'ê yê navçeyê Abdûllah Yaman bang li qilebaniyan kir ku tev li pîrozbahiya Newrozê bibin.    DÊ 18'Ê ADARÊ LI QADÊ BIN    Yaman, diyar kir ku ew ê îsal bi rihê serkeftinê Newroza xwe pîroz bikin û got: "Ji Kawayê hesinkar heta Kawayên hemdem roja tekoşîna li dijî zilm û zordariyê ye. Em Newroza îsal a 2024'an di pêvajoyeke pir girîng de pêşwazî dikin. Li her derê gelê me weke roja li dijî zilmê roja tekoşînê pîroz bike. Em jî weke rêxistina DEM Partiyê ya Qilebanê li vir newrozê li dar dixin. Di 18'ê Adarê de em ê li garaja gundan a Qilebanê Newroza xwe pîroz bikin. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk û parlamentera me ya Amedê Adalet Kaya û her sê parlamaneterên me yên Şirnexê dê tevlî bibin. Hûnermend Hozan Şervan, hûnermend Cesîm û Koma ritmên Azad dê tevlî bibin. Em bang li gelê xwe yê Qileban dikin ku bi rihê fedekarî û seferberî tevli Newroza 2024'an bibin. Werin em bi hev re peyameke dîrokî bidin. Serkeftin teqez a gelê me ye, Newroz pîroz be."