Agirê Rahşan Demîrelê pê xistiye her sal gurtir bû 2024-03-16 10:40:21   MÊRDÎN - Agirê Rahşan Demîrelê ji bo protestokirina qedexeyên Newrozê bi gotina “Ez agahî didim Îsmet Sezgîn; Dê Newroz were pîrozkirin, bi lastîkan nebe jî dê bi canê me were pîrozkirin” berdabû bedena xwe her sal gurtir bû.   Cejna Nerozê ji bo gelên Mezopotamyayê û Rojhilata Navîn bi çalakiyên cur bi cur tê pîrozkirin. Newroz taybetî jî ji bo kurdan tê wateya berxwedan û vejînê û bi çalakiyên cur bi cur tê pîrozkirin. Dema ku Newroz tê gotin navên ku li dijî polîtîkayên zilm û înkarkirinê berdane bedenên xwe tên bîrê. Yek ji van jî Rahşan Demîrel a di sala 1992’yan de ji ber qetlîamên li Cizîr, navenda Şirnexê û li Nisêbînê hatine jiyîn, agir berdabû bedena xwe.    Demîrel di 15’ê tebaxa 1975’an li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ji dayik bû û hêj bi yek salî bû tevî malbata xwe koçî Îzmîrê kir. Demîrel bi temenê xwe yê biçûk ve di çalakiyan de cih digire û herî dawî bi berxwedana xwe ya li Kadîfekaleyê hat nasîn. Roja 21’ê Adarê 1992’yan de pîrzobahiyên Newrozê hatin qedexekirin û Demîrel li dijî qedexeyên Newrozê li Kadîfekaleyê agir berda bedena xwe.    Demê ku Demîrel agir berda bedana xwe, Wezîrê Karên Hundirîn Îsmet Sezgîn bû û bi fermana Sezgîn pîrozbahiyên Newrozê hatin qedexekirin. Tevî vê yekê jî bi hezaran kes li dor agirê Newrozê bûn xelek û Demîrel jî ji bo pîrozbahiyan di qada Newrozê de bû.    PEYAMA DEMÎRELÊ   Demîrel qedexe û qetilkirinên Newroza 1992’yan ranagire û ji dayika xwe re wiha dibêje: “Li Cizîr û Nisêbînê gelê me tê qetilkirin, em çima tiştekê nakin.” Rahşan piştî van gotinan derdikeve ser sûrên Kadîfekaleyê û agir berdide bedena xwe. Demîrel li pey xwe li ser perçeyeke kartonê peyameke wiha dihêle: “Ez xwe li Kadîfekaleyê dikim Newroz. Ez neçar im ku bibim bersiva Cizîr, Mêrdîn û Nisêbînê. Xwedî li min derbikevin. Ez agahiyê didim Îsmet Sezgîn, dê Newroz were pîrozkirin… Bi lastîkan nebe jî dê bi canê me were pîrozkirin!”   VEDIGERE AXÊN JI DAYIK BÛYE   Dema ku agirê Demîrel berdide bedena xwe gur dibe gel berê xwe dide sûrên Kadîfekaleyê û peyama Demîrelê teslîmî malbata wê dike û li hember polîsên dixwazin cenazeyê Demîrele bistînin derdikeve. Malbat cenazeyê Rahşanê nade polîsan û tîne Nisêbîna ji dayîk bûye. Lê belê Fermandarê Tabûrê yê demê Velî Kuçuk merasîma cenazeyê asteng dike. Kuçuk cenazeyê ji malbatê distîne, dayika Demîrelê Emîne Demîrelê dide binçavkirin û ji îşkenceyê dide derbaskirin. Cenazeyê Demîrelê di bin ablûkayê de dixin Nisêbîne û vedişêrin. Xwîşka Demîrelê Nalan jî tev li PKK’ê dibe û di 8’ê adarê 2014’an de di pevçûnekê de, jiyana xwe ji dest dide.    ‘JI BO VÊ AXÊ BER DIKEVE…’   Dayik Demîrel derbarê wan rojan de wiha axivîbû: “Fermandarê Tabûrê nêzî min bû, min wî nas dikir, Velî Kuçuk bû. Digotin ‘Cenazeyê bidin me’. Min jî jê re got, ‘Ez ê têxim Nisêbinê’. Lê belê destûr nedan. Ambulansek hat, keça min birin. Em jî siwar bûn û ber bi Nisêbînê ve ketin rê. Min bala xwe dayê di hemû wesayîtan de “Ölürüm Türkiyem” lêdixe. Min kêşan nava qereqolê. Ji ber min xwest keça xwe bibim Nisêbînê û ji ber min cenazayê keça xwe neda wan, bi saetan li min xistin. Dema ji qereqolê derketim gelek cihên min û perasûyên min şikestibûn. Piştre Velî Kuçuk hat li cem min, û got ‘Gelek qala Rahşanê dikin, dixwazim wêneyeke wê bibinim… Lê nêrî û wiha got, ‘Keçek çiqas rind e. Ji bo çî? Ma li ber dikeve? Min jî kulmek axê girt û li ber çavê wî rijand û jê re wiha got, ‘Ji bo vê, ber bi vê axê dikeve…’ Bêdeng bû. Me Rahşanê di bin dorpêçeke mezin a leşkeran de veşart û em vegeriyan Îzmîrê.”    OCALAN: ÇALAKIYA MEŞELAYÊ   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan girîngiyeke mezin dabû çalakiya Demîrelê û bi nirxana, “çalakiya meşaleye” wiha gotibû: “Li keleha Îzmîrê bûyereke ku xwe şewitandinê heye. Berxwedana keça kurd a Rahşan Demîrelê heye. Niha rastiya Mardîna Kurdistanê ya ku çûye wê derê heye. Jixwe welatparêzî bibandor e. Di vê keça kurd de azweriya şer û azadiyî heye, li aliyê din de ew bi xwe pir lewaz e. Şerê rêxistinî bandor li rastiyê dike. Rojên Newrozê jî bi lez û tije tên jiyîn. Diyar e ku li vê derê dixwaze xwe bide şerê azadiyê û hin tiştan bike. Lê ji ber wek bîrdozî hêza wê têr nake, ji ber nekariye derfetên pratîkî derxe pêş, anku ji ber azweriya wê ji asta wê ya bîrdozî û rêxistinî derbas bûye, tevî vê rastiya xwe dixwaze tiştekê bike, berê xwe dide çalakiyeke cudatir. Şert û mercên şermezar a girseya me ya li wê derê dijî; bi şert û mercên feraseta wê ya azadî û jiyana azad li hev nayên, ji ber hestên Newrozê yên kêşer û vejînê digihin hev, çalakiyeke wiha ya meşaleye derdikeve pêş.”