Li Êlihê Hîzbulkontrayê hevjînê wê qetil kir: Em ê efû nekin 2024-03-16 10:42:39   ÊLIH - Sûltan Acar a di êrişa Hîzbulkontra ya li Elihê de hevjînê wê hatiye qetilkirin got: "Îro dibêjin 'wê demê me sivîl nekuştine'. Hem kuştin û hem jî winda kirin. Em ê tu carî wan efû nekin."   Partiya Doza Azad ku weke baskê siyasî yê Hîzbullah a ku bi îşkence, êrişên bi sator û kezabê di bîra mirovan de ye, li gelek navendan bi kesên di dozên Hizbulkontrayê de hatine darizandin an jî parêzeriya van dozan kirine amadekariya hilbijartinan dike. Ev partî, di hilbijartinên 14'ê Gulana 2023'yan de bi tifaqa AKP-MHP'ê re tifaq çêkir parêzer di van dozan de. Eleqeya çapemeniya desthilatdar a li ser xebata partiya ku di hilbijartinên 14'ê Gulana 2023'an de bi AKP-MHP'ê re tifaq çêkir û wekî "projeyeke dewletê" hat daxuyandin. Niha jî ji bo hilbijartinên xwecihî bala çapemeniya desthilatê dikişîne. Çapemeniya desthilatê di ser propagandaya bi kurdî re bi taybetî kesên li Kurdistanê wekî namzet nîşan daye tim derdixe ber ekranan.    Ev "eleqeya" desthilatê ya ji bo Partiya Doza Azad ji aliyê desthilatdariyê ve, wekî ku cinayetên Hizbulkontrayê yên di salên 90'î de bide jibîrkirin tê şîrovekirin. Li Êlihê ku Hîzbulkontrayê gelek kes kuştin, malbatên kesên bi vî awayî hatin kuştin jî wiha difikirin.    BERÎ FITARÊ 5 DEQEYAN HAT QETILKIRIN   Ji kesên ku ji aliyê Hizbulkontrayê ve hatin qetilkirin yek jê Abdurrahman Acar bû. Abdurrahman Acarê ku bavê 4 zarokan bû, di sala 1962'yan de ji dayik bûye. Li Êlihê qehwexaneya wî hebû û wekî navenda Partiya Kedê ya Gel (HEP) bi kar dianî. Acar ku jê re digotin "Bozo", di 23'yê Adara 1993'yan de beriya fitarê bi 5 deqeyan li Xeraca Midyadê ya Kevn di nava bi sedan kesî de ji aliyê kesekî nasnameya wî nediyar ve hat qetilkirin. Tevî ku 31 sal di ser re derbas bûne jî, kiryar nehatine dîtin û di bûyerê de gelek caran işaret bi Hizbulkontrayê hatiye kirin.    'YEKANE SÛCÊ WAN WELATPARÊZÎ BÛ'   Sultan Acar a ku li ser gora hevjîna xwe ya ku hat qetilkirin soza "Min ala te ya têkoşînê girt, ez ê tu carî dest jê bernedim" dabû, piştî bûyerê di nava partiyên siyasî yên kurd de bi awayekî aktîf dest bi xebatê kir. Acar ku niha Hevseroka Navçeya Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) e, diyar kir ku di salên 90'î de hevjîna wê gelek caran rastî gefan hatiye. Acarê da zanîn ku hevjîna wê serî li ber gefan netewandiye û wiha got: "Her ku hevjîna min dihat malê digot ku hevalekî wê yan jî dikandarek hatiye qetilkirin. Tu gunehê wan tune ye. Sûcê wan tenê welatparêziya wan û kurdbûna wan û hezkirina wan a ji bo Kurdistanê bû. Hevjînê min mirovekî pir baş bû, zirar wî nedigihaşt tu kesî jî. Wê demê Êlih dihat valakirin. Xelk jê direviya. Min ji hevjînê xwe re got, em jî herin. Lê wî got, ez ê çawa Êlihê bihêlim û herim."    'EM Ê EFÛ NEKIN'   Acarê anî ziman ku êş û hêrsa wê rojê hê jî heye û wiha got: "Îro radibin dibêjin 'wê demê me sivîl nekuştine.' Hem kuştin û hem jî winda kirin. Heya niha jî bi hezaran mirovên me winda ne. Em ê tu carî wan efû nekin. Ez bi xwe wan efû nakim. Ger ez efû bikim zarokê min wê efû nekin û kurê min efû bike, wê neviyê min efû neke."    Acarê anî ziman ku alaya têkoşîna hevjînê xwe hilgirtiye û wiha got: "Dema hevjîna min şehîd bû kurê min diçû dibistanê. Wê demê ez ditirsiyam ku kurê min jî bikujin. Ji ber ku ew qeterehmî bûn. Ciwanan qetil dikirin. JAsît dirijandin ser xwendekarên keç, ji ber ku destên wan tazî bûn. Ji salên 90'î heta 95'an Êlihê veguherandin dojehê."   BANGAWAZÎ   Acarê da zanîn ku êrişên piralî li dijî kurdan tên kirin û got: "Em dixwazin gelê me bibe yek. Ez naxwazin em vegerin salên 90'î. Naxwazim xwîna tu kesî bê rijandin. Werin em bi siyaseteke xurt, bi yekîtî derkevın hemberi wan. Piştî ku hevjînê min hat qetilkirin kes nehat girtin. Di salên borî de Erdogan çend tetikkêş berdan. Destê wan di xwîna gelek hevalên me de heye. Îro dixwazin piştgiriyê bidin Partiya Doza Azad û di ser wê re tiştekî bikin. Heta karê wan bi wan re hebe dê wan bi kar bînin. Ji ber ku armanca pergala dewletê ev e. Dema karê wan biqede dê li hemberî wan bisekinin."   MA / Fethî Balaman