25 sal in cilên wê yên Newrozê neguherîne 2024-03-16 11:24:40   AMED - Rabîa Ataş a di salên 90’î de bi pêxistina agirê li ser banê xwe Newroz pîroz kir, 25 sal in bi heman cilan tev li pîrozbahiyan dibe. Ataşê wiha got: “Ewilî bi şewitandina çend perçeyên êzingan dest pê kir, pişt re teker hatin şewitandin. Ew agirê biçûk mezin bû û gurtir bû.”   Ji Newroza ku gelê kurd weke “vejîn” û “jinûve dayik bûn” penase dike re kêm roj man. Gelê kurd ji ber Newrozê gelek bi kelecan in. Rabîa Ataş (60) a ji salên 90’î ve Newrozê bênavber pîroz dike, yek ji milyonan e ku amadekariyên Newrozê dike.    Ataş a di heman demê de çalakvaneke Nobeta Edaletê ye ku bi dirûşmeya “Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareserî” hatiye destpêkirin, bi salan e tevî zextan jî Newroz pîroz kir.    Ataş a ewilî di sala 1991’an de bi pêxistina tekerê li ser banê xwe Newroz pîroz kir, pişt re ji pîrozbahiyên li tax û kolanan hatin kirin re pêşengtî kir.    Ataş a bi cilên xwe yên herêmî ku beriya 25 salan daye dirûn dê di Newroza 2024’an de cih bigire, ruhê Newrozê yê salên 90’î vegot.    AGIRÊ EWIL LI SER BANÊ XWE VÊXIST   Ataş, a ji gundê Cirnik ê girêdayî navenda Amedê koçî Sûrê kir, pîrozkirina Newroza xwe ya ewil wiha vegot: “Me di salên 90’î de bar kir Taxa Lalebeyê, 6 salan li wir man. Wê demê têkiliyên cîrantiyê gelekî baş bûn. Dema em diçûn cilekê bidin dirûn bi cîranên xwe re diçûn, me pir ji hev hez dikir. Mala ku di sala 91’an de me bar kire li qada 4’an bû. Rojekê mi ji jinên cîranên xwe re got ‘Werin em Newrozê pîroz bikin’. Wan jî ji min re gotin gelek tîmên taybet li kolanan bi copan digerin û ji ber vê yekê bifikar in. Dîsa jî gotin ‘em pîroz bikin’. Min jî got ‘temam tekerê ku em pêxin ez ê bînim’ Min bi tena serê xwe bi zehmetiyê ew teker bir serbanî. Pişt re jinên cîranên min kom bûn, yek ji Farqînê, yek ji Pasûrê û yek ji Bismilê bû. Em hemû di heman temenî de bûn, ciwan bûn. Cîranên ku agir dîtin, bi zarokên xwe ve hatin cem me û li dora agir bûn xelek.”   TEKEREKEK, ZILIKEKÎ ŞIXATÊ Û VÎN    Ataş, a ku cara ewil pîrozbahiya xwe ya “qedexe” ya Newrozê bi tekerekek, zilikekî şixatê û vînê kir, anî ziman ku dema dû li ser banî bilind bû, polîsan dest bi lêgerîna agir kirine ku li ku hatiye pêxistin. Ataşê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo ku ketinên avahiyên me weke labîrenta bûn, polîs ketibûn avahiya xelet. Yek ji kesê ji wê avahiyê got ku polîs li agir digerin. Wan salan kesên digirin heta nedikuştin bernedidan. Me bi lez û bez hewl da agirî vemirînin, agir wisa gur bibû ku nedivemirî. Ji ber vê yekê em revîn çûn malên xwe. Wan dema pîrozkirina Newrozê gelek zehmet bû. Dîsa jî me israr kir ku pîroz bikin. Carna em li benda wan diman dema diçûn me dîsa agir pêdixist. Ev ji bo dibû rikek, heta êvarî agirê me vêdiket û pîrozbahî berdewam dikirin.    Rojekê serê sibê ji bo zarokan bibim dibistanê derketim derve. Kesek li kolanê hatibû kuştin. Wê demê gelek mirov bi awayekî kiryarên nediyar dihatin kuştin. Dikandar, rojnamevan dihatin qetilkirin. Wan deman gelek zehmet bû, kesê faîlên kesên dihatin qetilkirin jî nedizanîn; hin kesan digotin ‘dewlet’ e hinekan digotin ‘Hîzbûllah’ e. Tevî hemû zehmetiyan jî tema wê demê cuda bû.”   AGIRÊ KU JI SERBANAN BER BI QADAN VE VENEMIRΠ   Ataş, da zanîn ku pîrozbahiyên Newrozê ewil li taxan dest pê kirin pişt re qad hatin guhertin û wiha lê zêde kir: “Qadên Newrozê her tim dihatin guhertin. Demekê li Taxa Batikentê dihate pîrozkirin, demekê jî li nêzî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê hate pîrozkirin. Niha ew der bûne TOKÎ. Wesayît nebûn, hatin û çûyîn zehmet bû, em ji Melîk Ahmet bi piyan diçûn wan deran.”    CILÊN NEWROZÊ YÊN 25 SALAN   Ataş, anî ziman ku ji bo Newrozê beriya çend rojan dest bi amadekariyan kiriye û anî ziman ku bi cilên beriya 25 salan daye dirûn, li qadê cihê xwe girtî ye. Ataş a çîroka cilên xwe yên 25 salî vegot, îşaret bi cilên xwe kir û wiha got: “25 sal çêbûn kum in ev fîstane daye dirûn. Wê demê ji ber şîfon biha bûn min bi 100 dolaran dabû çêkirin. Me digot divê cilên me ji hişmeta Newrozê bên. Ji ber wê yekê me cilên herêmî li xwe dikirin. Cilên me yên herêmî çand, rûmet û şerefa me ye. Mîrateya ku ji dayika me mayî ye. Weke Newroza me. Ji ber vê yekê di rojên dîrokî de cilên xwe yên herêmî li xwe dikin. Ev kevneşopiya me ye. Ji ber vê yekê heta îro ez bi van cilan tev li Newrozê dibim. Ez di her êvara Newrozê bi kelecanî ji sibê re amadekariyên xwe dikim. Ji bo Newrozê hem ji xwe re hem jî ji zarokên xwe re cil dan dirûn. Min ew jî bi xwe re dibin Newrozê.”   ‘EW AGIRÊ BIÇÛK MEZIN BÛ’    Ataş, anî ziman ku tevî hemû zextan jî agirên Newrozê her sala ku diçe gurtir dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Newroz ji bo tê wateya jiyaneke nû, berxwedan û serhildanê. Di vê oxirê de gelek ciwanan jiyana xwe ji dest da. Divê em xwedî li Newrozê derkevin ji ber ku Newroz li dijî zilmê serhildan e, serî netewandine. Pîrozbahiyên me yên Newrozê ewilî bi vêxistina çend parçeyên êzingan dest pê kir, nekarîne wan. Ev agir mezin bû; veguherî şewitandina tekereyan û pişt re mezin bû. Ew agirê biçûk mezin bû û qet venemirî, gurtir bû. Tu caran nikarin mafên me çanda me desteser bikin, ji ber ku em ê xwedî derkevin.”   DI BI HEMAN CILAN LI QADÊ BE   Ataş, a got ku “Ez jî dê dîsa bi heman cilan tev li Newrozê” bim, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez ji vir bang li dayikan dikim; Sed salî jî bin cilên xwe yên herêmî derxin û wan li xwe bikin. Ji ber ku tiştên berê zêdetir bi qîmet in. Ji 7 salî heta 70 salî bang li herkesê dikim, bila herkes tev li vê Newrozê bibe. Hêvî dikim ku ev Newroz bibe wesîleya aştiyê. Em ê bi hev re Newrozê pîroz bikin û tecrîdê bişikînin.”   MA / Eylem Akdag