Li Wanê sibê agirê Newroz wê bê vêxistin 2024-03-16 12:00:38   WAN - Li Wanê dê sibê bi beşdarbûna bi hezaran kesan li ber keleha dirokî agirê Newrozê bê dadan. Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî, herkes vexwend qada Newrozê.   Îsal bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” Newroza ku tê li dar xistin, sibê li ber kela Wanê dê bê pîroz kirin. Tê payîn ku pîrozbahiyên Newroza ku dê bi hezaran kes beşdar bibin, dê di seat 10:00’an de bê destpêkirin. Pîrozbahiyên ku dê Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari beşdar bibin, hunermendên weke Faraz Sîne, Suavî, Koma Aryen û Helîmê Omerî dê derkevin ser dikê.   Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî, ji bo pîrozbahiyên Newrozê banga tevlibûnê kirin. Sayyîgît û Dîlekçî yên li qada Newrozê lêkolîn kirin, diyar kirin ku dê di Newrozê de bi awayekî xurt bersivekê bidin.   ‘JI BO PERGALA DEHAQÊN NÛJEN BI DAWÎ BIKIN…’   Sayyîgît da zanîn ku Newroz ji bo kurdan pir giring e û destnîşan kir ku Newroza 2024’an him ji bo kurdan û him jî ji bo dostên kurdan xwedî wateyeke din e. Sayyîgît, da zanîn ku Newroza îsal bi xebatên hilbijartinê re tê pêşwazî kirin û wiha got: “Amadekariyên ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê jî bi awayekî lez tên domandin. Me xebatên xwe him ji bo Newrozê û him jî ji bo hilbijartinê zêde kirin. Bi namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin, rêvebir û hevserokên navendê re em serdana dikandaran dikin. Di dema serdanê de em bi dikandaran re dikevin nava guftogoyeke kurt û wan vedixwînin pîrozbahiya Newrozê. Em weke gelê Wanê, amadene ku bi milyonan qada Newrozê dagirin û bi vî rengî gelê me jî amade ye.”    Sayyîgît gelê Wanê vexwend qada Newroza ku dê sibê were lidarxistin û gotina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo pergala Dehaqên nûjen bi dawî bibe em gelê Wanê vedixwînin qada Newrozê û di govenda Newrozê de em milê xwe bidin milê hev.”   GIRINGIYA NEWROZÊ   Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî jî da zanîn ku tevahî amadekariyên xwe bi dawî kirin e, Newroz sibê di seat 10:00’an de bi coşeke mezin dê bê pîroz kirin û ev bang kir: “Bi rengê xwe, coşa xwe em beşdarî şahiya Newrozê bibin.” Dîlekçî, di berdewamiya axaftina xwe de xwest ku Newroz bibe wesîleya aştiyê û wiha got: “Wateya Newrozê pir mezin e. Em di pêvajoyeke pir giring de derbas dibin. Ji bo em bersiveke xurt bidin pergalê, gerek em bi hêzeke xurt beşdarî Newrozê bibin.”