Bi ser Komkujiya Helebçeyê re 36 sal derbas bûn 2024-03-16 13:37:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi ser Komkujiya Helebçeyê ku di encama êrişên gazên kîmyewî de hezaran welatî jiyana xwe ji dest dabûn re, 36 sal derbas bûn.     Bi ser Komkujiya Helepçeyê ya Sadam Huseyîn di 16’ê adara 1988’an de pêk anîbû û di dîroka mirovahiyê de bûye xaleke şermezariyê re 36 sal derbas bûn. Komkujî li Helebçeya ku 100 kîlometreyan dûrî bajarê Silêmaniyeya Herêma Kurdistana Federe ya nêzîkî sînora Îranê hatiye pêkanîn, di diroka sedsala 20’emîn a cihanê de yek ji qetlîamên herî dijwar hate qebûlkirin.    PARA KURDAN BU ‘KOMKUJÎ’   22’yê Îlona 1980’an de di navbera Îran û Îraqê de şer derket û Saddam Huseyîn nêzîkî dawiya şer li dijî kurdan operasyona “Herekera Enfalê” da destpêkirin. Partiyên demê yên kurd Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) şerên navxweyî danîn aliyekê û destûr dan Artêşa Îranê ku têkeve Helepçeyê. Li ser vê yekê Saddam Huseyîn fermana bombebarana bombeyên kîmyewî da Korgeneral Alî Hasan al-Majîd al-Tîkrîtî yê wek “Eliyê Kîmyewî” tê nasîn.    Bi fermana “Eliyê Kîmyewî” balefirên bi navê 8 MÎG-23 ên Artêşa Iraqê, Helebçeyê 3 rojan bombebaran kirin. Ewilî bi bombeyên zextê yên ku paceyan dişkînin bi kar anîn û pişte beşa duyem a operasyonê dest pê kir. Li gorî hinek lêkolînvanan çekên kîmyewî bi tev li kirina 12 madeyên kîmyewî hate amadekirin li gorî hinekan jî xazên xerdel û sarînê kirin bombe û li ser bajar barandin.    ZÊDETIRÎ 5 HEZAR KES HATIN QETILKIRIN    Di bombebaranên bi çekên kîmyewî hatine kirin de di demak nêz de xaz ser hezaran kesan bandor kir. Hezaran kesên ji bo xwe xelas bikin avêtine derve, ji ber bandora xazan jiyana xwe ji dest dan. Cihê ku zarokekî biçûk ber bi dayika xwe ve hatiye û jê re “Dayê bêhna sêvan tê” gotiye daxuyanî hate dayîn û hat gotin ku ji ber bombebaranan zêdetirî 5 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane, zêdetirî 7 hezar kes jî birîndar bûne.    HEJMARA RAST NEHAT GOTIN   Şandeyên ji derve hatine diyar kirin ku her ku diçe mirinên ji ber sedema “bêhna sêve”zêde dibin. Herçiqas hejmara kesên ji ber qetlîamê jiyana xwe ji dest dane nehatibin diyarkirin jî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) daxuyand ku di qetlîamê de heya niha 43 hezar û 753 kesan jiyana xwe ji dest dane, 61 hezar û 200 kes jî ji ber xazan astengdar bûne.    Di wê demê de nifûsa Helepçeyê 75 hezar bû û piştî êrişan bi giranî vala bû. Hezaran welatî ji ber bandora xazên kîmyewî an jî sedemên nediyar jiyana xwe ji dest dan. Hezaran kes jî xwestin derbasî aliyê Îran û Tirkiyeyê bibin. Welatiyên ji ber xwe xelas bikin ketine riyan, di rêyan de û li cihû ku xwe sipartinê ji birçîbûn û tîbûnê jiyana xwe ji dest dan. Piştî bombebaranan bajarek wêrankirî ma.    BANDORA GAZAN HÊJ JÎ DIDOME    Tevî ku dehan sal ser qetlîmê derbas bûn, şêniyên Helepçeyê hêj jî ji bombeyên xazê yên ku hatine avêtin bandor dibin. Madeyên kîmyewî bi salan bûn sedema korbûna demkî, korbûna demdirêjî, welidîna astengdar, penceşêra kolonê, nexweşiyên bêhnstendinê û di jinan de sitewrî û ji ber avêtinê.    ROJNAMEVAN OZTURK: ŞÛNA GIHA BEDENÊN MIROVAN DIRÛBÛN   Rojnamevan Ozturk piştî qetlîmê çû li cihê qetlîam hatibû pêkanîn û bi wêneyên kişandiye qirkirinê li cîhanê da bihîstin û wiha gotibû: “Hemû kolan bi cenazeyan tije bûbûn. Bêhneke giran li derdor hebû. Çermê hin zarokan şewitî bû, laşê hinekan jî şîn bûbû. Bi piranî cenazeyên jin, zarok û kal û pîran bûn. Hinek li hewşa malê, hinek li ser sifreya xwarinê ji gazê bandor bûbûn. Li ser zeviyên vala yên li derveyî bajar sedan cenazeyê mirovan hebûn. Dema ji dûr ve dihat temaşekirin wekî ku li şûna giha mirovan dirûbûn xuya dikir. Dîsa zarok û jin di vê goristana vekirî de jiyana xwe ji dest dabûn. Sewalên ku werimîbûn jî hebûn. Derveyî çend avahiyên bombe lê ketine her tişt li cihê xwe bû lê tevahî zindî miribûn.”    Piştî demeke kurt a Qetlîama Helepçeyê di 19’ê tebaxa 1988’an de di navbera Iraq û Îranê de piştî şerê 8 salan agirbest hate îmzekirin. Piştî 5 rojên agirberstê, Artêşa Iraqê bajarê Helepçeyê dîsa stend.    Tevî van hemû tiştên, şêniyên Helepçeyê piştî qetlîamê demeke dirêj tenê hate hiştin. Li bajar ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane bîrdarî û muzeyeke hate çêkirin û ser sal di 16’ê adarê de li pêşiya bîrdariyê û mûzeyê çalakiyên biranînê tên li dar xistn.    SADDAM HUSEYÎN JI SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ HAT DARIZANDIN    Rejîma Saddam Huseyîn ê fermana Qetlîma Helepçeyê dabû bi mudaxileya DYA’yê di sala 2003’an de hate xistin. Huseyîn ji berpirsyariya Hereketa Enfalê ya ku bû sedema mirina 180 hezar kesan, hate darizandin. Huseyînê ji sûceke cudatir cezayê darvekirinê girtiye û ji qirkirina kurdan berpirsyar hatiye dîtin di 30 kanûna 2006’an de hate darvekirin.    Herwiha al-Tîkrîtî yê bi navê “Eliyê Kîmyewî” tê nasîn jî Qetlîama Enfalê hate darizandin û ji sûcê “Li dijî mirovahiyê sûc kirin û qirkirinê” cezayê darvakirinê girt. Cezayê al Tîkrîtî di 25’ê çileya 2010’an de hate înfazkirin.    WEK ‘QIRKIRIN’ HATE NASÎN   Dadgeha Cezayê Bilind a Iraqê Qetlîma Helepçeyê di 1’ê adara 2010’an de wek “qirkirin” nas kir. Li gel biryarê tevî Meclisa Iraqê û Meclisa Herêma Federe ya Kurdistanê; Norveç, Îsveç û Ingilîstan jî bûyerê wek “qirkirin” nas kirin.