Li Sêrt û Dihê banga tevlibûna Newrozê: Werin em bi hev re agirê Newrozê geş bikin 2024-03-16 14:21:52   SÊRT - Li Sêrtê û navçeya wê Dihê ji bo Newrozê banga tevlibûnê hat kirin û wiha hat gotin: “Newroz tekoşîna gerdûnî ya li dijî zilm û zîhniyeta genî ye, werin em bi hev re li dijî tecrîd, zilm û zordariyê agirê Newrozê geş bikin.”   Komîteya Amadekar a Newrozê ya Sêrtê li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Sêrtê ji bo Newroza ku dê di 20’ê adarê de bê lidarxistin, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Rabe Sêrt, dem dema azadiyê û serkeftinê ye” hat daliqandin. Parlementera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, Hevseroka DEM Partiyê ya Sêrtê Rewşan Aslan, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mûazzez Bûlga û Hevberdevkê Komîteya Amadekar a Newrozê Mehmet Can Nas di daxuyaniyê de cih girtin.    ‘JI BO EM BIBIN BERSIVA TECRÎDÊ TEV LI NEWROZÊ BIBIN’   Ewilî endamê Komîteya Amadekar a Newrozê Mehmet Can Nas axivî û diyar kir ku Newroz serhildan, berxwedan û bicoş e. Nas, da zanîn ku tecrîdeke giran li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin û diyar kir ku ev tecrîd belavî hemû civakê bûye. Nas, bi domdarî wiha got: “Ji ber vê tecrîdê di girtîgehan de greva birçîbûnê dest pê kir û ev grev 111 roj li pey xwe hişt. Her wiha ji bo ku darbestên zarokên wan di girtîgehan de dernekevin dayikên me niha di nobeta edaletê de ne. Ji bo ku em di vê Newrozê de bibin bersiva tecrîdê, piştgiriyê bidin zîndanan û dayikên di nobeta adelatê de ne û şaredariya xwe ya bi rêya qeyûm hatiye desteserkirin bistînin em ê agirê Newrozê geş bikin. 20’ê adarê saet di 12.00’an de em ê bi pêşengiya DEM Partî, DBP, TJA û Komîteya Amadekar a Newrozê li Qada Newrozê agirê Newrozê pêxin û em hemû gelê xwe vedixwînin Newrozê.”   Dû re parlementera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş jî axixî û gelên Sêrtê vexwand Newroza ku dê 20 adarê li Qada Newrozê bê pîrozkirin.   DIHÊ   Her wiha Komiteya Amadekar a Newrozê ya navçeya Dihê jî bi daxuyaniyekê gelê Dihê vexwand Newroza ku dê di 19’ê adarê bê lidarxistin. Hevberdevkê Komîteya Amadekar a Newroza Dihê Halîl Korkûtata metna daxuyaniyê xwend û wiha got: “Newroz ku destpêka biharê û mizgîniya nûjeniyê ya gelên Mezopotamyayê ye, ji bo gelê kurd veguherî agirê berxwedanê yê bi sedsalan e. Newroza ku ji bo gelê me çirûska zayineke nû, jiyan û pêşerojeke azad e, roja ku hemû gelên cîhanê bi taybetî gelên Rojhilata Navîn xwe tê de dibînin, xwe hembêz dikin û pîroz dikin e. Tekoşîna gerdûnî ya li dijî zilm û zîhniyeta monîst û genî temsîl dike. Newroz berxwedan, azadî, yekîtî û hevgirtin e. Yekane daxwaz û xewna herî giranbuha ya kurdan li hemû cîhanê yekîtiya netewî ye. Newroza 2024’an a ku em pêşwazî dikin piştî salên dirêj ji bo Dihê xwedî girîngiyeke mezin e, bi vê berxwedan û baweriyê em hemû gelê xwe yê Dihê roja sêşemê di 19’ê adarê saet 12.00’an de vedixwînin qada Newrozê ya Kehnî Mêrgê. Êdî dem hatiye ku Newroz bibe Newroza azadiyê.”