Cismên teqemenî can distîne: Qadeke ku zarok lê bilîzin nehiştin e 2024-03-16 14:36:52   ŞIRNEX - Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan teqînên ku li Şirnexê tê de zarokekî jiyana xwe ji dest dabû û şivanek birîndar bûbû nirxandin û got: “Qadeke ku zarok bi awayekî azad lê bilîzin nehiştin e.”    Polîtîkayên dewleta tirk yên tundiya li dijî kurdan dimeşîne, li Kurdîstanê piranî bandorê li zarok û jinan dikin. Di 13’ê adarê de li bajarokê Findik yê girêdayî navçeya Basa ya Şirnexê, ji malbata Dayan zarokê 4 salî Serhat Dayan ji ber cîsmê teqemeniyê jiyana xwe ji dest dabû, dayika wî R. Dayan jî birîndar bûbû. Dermankirina dayika R. Dayan li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê bidawî bû û duh ji nexweşxanê derket. Di heman rojê de li bajarokê Qesirkê yê girêdayî navenda bajêr a Şirnexê şivanê bi navê M. Nas ku 24 salî ye, dema keriyên ajalên xwe diçerîne, pê li teqemeniyekê kir û bi giranî birîndar bû. Nas ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya li Amedê.    ‘RASTIYA ŞERÊ LI KURDISTANÊ’   Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê a Gelan (DEM Partî) a Şirnexê Newroz Uysal Aslan, derbarê polîtîkayên dewletê ku li Kurdistanê dimeşîne nêrînên xwe anîn ziman. Ûysal, teqemeniyên ku di 13’ê adarê de li Findik û Qesirkê teqîya bûn bi bîr xistin û wiha got: “Bûyera li Basayê ku qewîmî û zarokekî 4 salî jiyana xwe ji dest da û li Qesrikê jî şivanek birîndar bû, rastiya şer careke din radixîne ber çavan. Ji ber şerê bi salane tê meşandin û poltîkayên ewlehiyê yên li herêmê teqemenî nayên berhevkirin, di şer de an jî di tatbîqatan de amûrên ku bi kar tînin an şivan pê lê dikin an jî di destê zarokan de diteqin.”   Uysal, got ku “Heta ku polîtîkayên şer hebin zarok dê di nav xeteriyê de bin” û wiha domand: “Ev xetere ne tenê li deştê an jî li çiyê, li bajaran jî heye. Li Hezexê zarokekî ku li sikakê bisiklêta xwe diajot bi maşîneya zirxî ve hate qetilkirin. Cardin li Silopiyayê du zarokên ku li mala xwe raza bûn bi maşîneya zirxî ku kete mala wan jiyana xwe ji dest dan. Li Cîzîrê dayikek ku li mala xwe şîr dida pitikê xwe ya 18 mehî bombeya gazê li serê wî ket û jiyana xwe ji dest da. Bi gelemperî ne li mal û ne li sikakan ewlehiya civakê nîn e. Qaşo ewlehiya dewletê dikin lê dema ku vê dikin tişta ku tê serê jin, zarok û civakê paşguh dikin.”     ‘DEWLET, JI BO KÊRHATINA CIVAKÊ TIŞTEKÎ NAKE’   Ûysal, bal kişand ku ji ber polîtîkayên ewlehiyê û şer di milekî de mirov jiyana xwe ji dest didin û di milê dinê de jî kesên berpirsiyarên van bûyeran bi polîtîkayên necezakirinê tên parastin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev bûyerên ku diqewimin ji ber ku asayî tê ditin û kes nayên cezakirin dibe sebebê zêdebûna mirinan. Ji ber çi li Kurdîstanê tenê zarok dimirin? Ev rastî rastiya şer nîşanî me dide. Dewlet, dixwaze tevahî civakê di bin bandora polîtîkayên şer de bijî. Ya herî berbiçav dema ku mirov dikeve nava bajêr rastî noxteyên ewlehiyê tê. Li tevahî çiyayên me kalekol hene. Li Cîzîrê li şaneşîna malekê saetekê rûnên ew ê deh maşînên zirxî derbas bibin. Li nava bajaran şer heye? Na. Hew dewlet, bi van polîtîkayan dixwaze gel bitirsîne. Dixwaze van polîtîkayên xwe yên tirsnak di nava civakê de bidin meşandin. Dewlet, li Kurdistanê ji ewlehiyê wêdetir tu polîtîkayan nameşîne. Polîtîkayek ku kêrî civakê bê qet nîn e.”     ‘DIVÊ ŞER Û POLÎTÎKAYÊN EWLEHIYÊ BÊN BIDAWÎKIRIN’   Uysal da zanîn ku rêveberên desthilatê dibên “zarokên me pêşeroja me ne” û wiha domand: “Em naxwazin zarokên me çekan binasin. Em dixwazin di jiyana xwe de bi awayekî baş bijîn. Lê mixabin polîtîkayên şer hew mirinê bi xwe re tînin. Di heman demê de li malê, li sikakan, li tevahî qadê jiyanê civakê û me bi bandor dike. Li sikakan ji bo zarok li cihekî bi ewle ji xwe re bilîzin nehiştine.”   Uysal da xuyakirin ku bûyera li Şirnexê qewimiye li tevahî Kurdîstanê tê jiyîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heta ku polîtîkayên şer berdewam bike ew ê jiyana me di binê xeteriyê de be. Ji bo ev ewlehî ji holê rabe pêwîst e dewlet berpirsiyariya xwe ya peymana navnetewî ya dewletan pêk bîne. Ya din pêwîste hiqûqa navxweyî jî pêk bîne û rê li ber polîtîkayên necezakirinê bê girtin. Ya duyemîn divê dawî li polîtîkayên şer û ewlehiyê bê dayîn. Dema ku dawî li polîtîkayên şer û ewlehiyê bê dawîn, divê rê li ber polîtîkayên aştî û wekheviyê jî bên vekirin.”