Bakirhan li Dîloavasiyê ye: Ez tu carî ev qasî bi hêvî nebûbûm 2024-03-16 15:34:18 KOCAELÎ - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ku li Dîlovasiyê axivî, got: "Gava min dît ji heft saliyan heta heftê saliyan gel li cem hev in, min yeqînî bi vê anî. Em ê Dîlovasiyê bi dest bixin. Ez tu carî di warê Dîlovasiyê ev qasî bihêvî nebûbûm."   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Dîloavasiya Kocaeliyê bi boneya meha Remezanê li Hêwana Dawetê ya Dîlarayê xwarina fitarê da. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê ŞEvîn Coşkûn û Mûstafa Avci, Namzetên Hevşaredariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Kocaeliyê Hasan Ozguneş û Selda Îlgoz Koşyîgît, rêveberên bajêr û navçeyê û gelek kes beşdarî xwarinê bûn.    Bakirhan ku li vir axivî anî ziman ku hem xianî hem jî dijminatiya li hemberî kurdan didome û got ku xizmeta ji bo bajarên kurdan nayê kirin.    Bakirhan destnîşan kir ku Dîloavasi yek ji deverên Tirkiyeyê yê ku hilbiberîna pîşesaziyê lê zêde ye û got lê dîsa jî xizmet ji bo Dîloavasiyê nayê kirin. Bakirhan bilêv kir ku ne tenê li bajarên kurdan em ê li Ege, Marmara û Behra Spî jî şaredariyan bi dest bixin û bibêjin ew hene û dê tim hebin.    Bakirhan bilêv kir ku ev hilbijartinê tenê ne hilbijartinên şaredariyê ne û got ku ev ev hilbijartina kedkarên kurd û tirk ên hatine xizankirin e.   Bakirhan got: "Gava min dît ji heft saliyan heta heftê saliyan gel li cem hev in, min yeqînî bi vê anî. Em ê Dîlovasiyê bi dest bixin. Ez tu carî di warê Dîlovasiyê ev qasî bihêvî nebûbûm."