AKP’î pakêtên meha Remezanê dizîn! 2024-03-16 16:29:58 MÊRDÎN - Komeke ku tê de endamekî Meclisa Şaredariya Artûklûyê yê AKP’î jî heye, pakêtên ku Şaredarî ji bo belavkirina meha Remezanê anîne, di nava xizmên xwe de belav kirin.    Pakêtên Remezanê yên Şaredariya AKP’î ya Artûklûya Mêrdînê ji bo di mehe Remezanê de werin belavkirin anîbûn, hatin dizîn. Komeke tê de endamê Meclisa Şaredariyê K.Y. yê AKP’î jî tê de ye duh bi şev pakêtên alîkariyê yên meha remezanê li wesayîtan bar kirin. Dîmenên barkirina pakêtan bi qemeraya telefonê hatin kişandin. Hat zanîn ku pakêtên hatine dizîn di nava xizmên kesên ku dizine de hatine belavkirin.    DEM PARTÎ BEREK NÎŞAN DA   Namzetê Hevşaredariya Artûklûyê yê DEM Partiyê Mehmet Alî Amak bertek nîşanî rewşê da û wiha got: “Pakêtên ku ji bo meha Remezanê anîne, ji bo xebatên xwe yên hilbijartinê bi kar tînin. Ev ek ne bi exlaqî ye, ne jî hiqûqî ye. Em li bendê bûn ku vana bikin, lê belê ewqas jî na. Ma roj ketin nava kîsikan ku pakêtên alikariyê nîv şev, ji bo alîkariya hilbijartinê tên belavkirin. Divê pakêtên meha Remezanê tevî keyayan, ji kesên pêdiviya wan pê hene re were belavkirin. Ev tişta tê kirin ne li gorî dîn, ne li gorî exlaq, ne jî li gorî hiqûqê ye.”