'Heke em vegerin fikra sereke ya nameya Ocalan a sala 2013'yan, wê pêvajoya çareseriyê çêbibe' 2024-03-16 17:06:23 AMED - Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çandar ê têkildarî pîrsgirêka kurd de di konferansê de axivî, diyar kir ku heke vegerin ser fikra sereke ya nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a sala 2013'yan, wê pêvajoya çareseriyê çêbibe.  Konferansa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi rûniştina duyemîn ya bi navê “Konferansa aştiyê û çareseriya pirsgirêka kurd” berdewam kir. Moderatoriya rûniştina “Li Rojhilata Navîn aştî û çareseriya pirsgirêka demokratîk ya kurd” Selahattîn Esmer kir. Doç. Dr. Arzu Yilmaz û Parlamenterê DEM Partî yê Amedê Cengîz Çandar jî weke axaftvan beşdarî rûniştinê bûn.    ‘LI ROJHILATA NAVÎN BANDORA AKTORÊN JI DER VE’   Di rûniştinê de ewilî Yilmaz mafê axaftinê wergirt, bal kişand ser netewe dewlet û nêrîna dewleta desthilatdar. Yilmaz da zanîn ku di navbera salên 1945-2008’an de şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn herî kêm bi tevlibûna du aktorên ji derve ve derket holê û ji 2008’an şûn ve jî li Rojhilata Navîn herî kêm 6 aktor bûne alîgir Yilmaz wiha got: “Li Rojhilata Navîn bi hejmara 200 milyon, di bin rêveberiya aktorên derve de dijîn.”   Yilmaz, di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku karakterekî cuda yên hevdîtinên piştî 2009-2013’an derketin holê û hevdîtinên piştî 2019-2023’yan derketin holê hene û got: “Têkiliyên di navbera kurdan de ji lihevhatinê wêdetir rastî pêvajoyeke ku potansiyela şer gelekî zêde ye hat.” Yilmaz, destnîşan kir ku ji bo pergala aştiyê bi kar bê divê tevahî aktorên kurdan bigire nava xwe.   ‘GUHERÎNA PERGALÊ BI PIRSGIRÊKA KURD VE GIRÊDAYÎ YE’   Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Cengîz Çandar jî diyar kir ku pîştî pêvajoya çareseriyê di pirgirêka kurd de guherînên giring çêbûn. Çandar, bi lêv kir ku li Tirkiyeyê guherîna herî giring, guherîna pergalê ye û wiha got: “Guherîna vê pergalê rast e rast girêdayî pirsgirêka kurdan hate guhertin.”    Çandar bi bîr xist ku di 7’ê hezîrana 2015’an de HDP’ê 80 parlamenter bi dest xistin û AKP’ê ji ber ku bi piranî bidest nexistibû ji 24’ê tîrmeha 2015’an ve dest bi polîtîkayên şer kir û wiha domand: “Encama ku desthilatê ji 7’ê hezîrana 2015’an bi dest nexist, di 1’ê mijdarê de jê re hate dayîn. Piştî vê geşedanên weke ku em dizanin qewimîn. Di wê rê de pêvajoyên pir girin derket holê. AKP-MHP’ê bi hev re tifaq çêkir. Şertê tifaqa MHP’ê yê ewilî ‘bi dawîkirina pêvajoyê’ bû. Bi tûndî bi ser tevahî mûxalefetê, bi taybetî bi ser mûxalefeta kurdan de çûn. Di hilbijartinên 2018’an de Tirkiye weke destûra bingehîn derbasî pergala ku dişibe ya Pergala Eşîrtiyê ya Serokkomariyê bû. Ji wê rojê ve em di vana vê pergalê de ne. Ji 15 tîrmehê piştî 40'an operasyonên derveyî sînor li Suriyeyê çêbûn. Tirkiye piştî van operasyonan bû hêzek leşkerî û li wan deran bicîh bû. Guherîna rejîma Tirkiyeyê jî niha bi çareserkirina pirsgirêka kurdan ve girêdayî ye.”    ‘HEWCEYE EM VEGERIN SER FIKRÊN NAMEYA OCALAN’   Çandar di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku divê niha xeyalên vala neyên dîtin û anî ziman ku gotina “Bila tecrîd rabe û bi birêz Ocalan re dest bi muzakereyan bê kirin” tê gotin lê hawîrdoreke demokratîk hêj nehatiye avakirin. Çandar, nameya Rêberê PKK’ê Ocalan a di Newroza 2013’an de li Amedê hate xwendin weke “pir xurt” nirxand, diyar kir ku heke vegerin ser fikra sereke ya nameya Abdullah Ocalan, wê pêvajoya çareseriyê çêbibe.      Beşa rûniştinê bi pirsîna pirs û bersivan bi dawî bû.