Ji ATK'ê der barê girtiyê nexweş Kaya de biryar 'dikare di girtîgehê de bimîne' 2024-03-16 18:11:01   ÊLIH – ATK'ê der barê girtiyê nexweş Abdulhalîm Kaya yê ku nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne, rapora "nikare dig irtîgehê de bimîne" da. Kurê wî Felemez Kaya bertek nîşanî vê rewşê da û got: "Av biryara ATK'ê fermana mirina bavê min e."    Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbol der barê girtiyê nexweş Abdulhalîm Kaya yê 81 salî yê di Girtîgeha Tîpa T a Qubîn a Êlihê de rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" da.  ATK'ê di 11'ê Adarê de biryara "dikare pêdiviyên xwe dabîn bike û di girtîgehê de bimîne û jiyana xwe bidomîne" da. Malbata Kaya bertek nîşabî vê yekê da.    'BIRYAREKE SIYASÎ YE'   Kurê wî Felemez Kaya ragihand ku bavê wî di nava ciyan de ye û nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe dabîn bike. Kaya destnîşan kir ku bavê wî yê ku çavê wî yê çepê nabîne, guhê wî yê çepê nabihîse û gurçikên wî xera bûne bi mirinê re rû bir û ye û got: "Bavê min ê ku ji bo wî teşxîsa demansê hatiye danîn û nexweşîna dil pê re û ji ber vê anjiyo bûye, di 12'ê Cotmeha 2022'yan de ji Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sêrtê rapora ji sedî 93 ya astengdariyê wergirt. Ev qasî nexweş e, lê dîsa nayê berdan. Ev biryara ATK'ê fermana mirina bavê min e. ATK, ji wijdanê û zanistê dûr ketiye. Qaşo cihê zanistê ye, lê biryarên siyasî digire. Em vê biryarê qebûl nakin. Demildest divê bê berdan."