‘Nobeda Edaletê parçeyeke mezin a têkoşîna mezin e' 2024-03-16 18:41:12   NAVENDA NÛÇEYAN- Welatgiyên ku li gelek bajaran Nobeda Edaletê digirin, diyar kirin ku çalakiyên wan parçeyeke têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê ya Abdullah Ocalan û çareserkirina meseleya kurd e.    Nobedên Edaletê yên xizmên girtiyan li gelek bajaran didomin. Çalakiyên bi daxwazaa "Azadî ji Abdullah Ocalan û çareserî ji pirsgirêka kurd" re îro jî bi serdanan dewam kirin.    WAN   Li Wanê çalakiya Nobeda Edaletê ya bi pêşengiya TÛHAY-DER'ê di roja 100'emîn de ye. Ji Taxa Xaçortê ya navçeya Îpekyolûyê gelek kes çalakiya nobedê ya li avahiya DBP'ê ya Bajêr ziyaret kirin.    Aslihan Tîmûr a ku di serdanê de axivî got: "Em dixwazin tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bi dawî bibe. Heya ev tecrîd bi dawî nebe dê çalakiya me bidome. Em dayik dixwazin maseya muzakereyê û diyalogê bê danîn. Em ê sibê jî vê daxwaza xwe bi kincên xwe yên kurdî li qada Newrozê bilind bikin."    MÊRSÎN   Çalakiya Nobeda Edaletê ya bi dirûşmeya ""Azadî ji Abdullah Ocalan û çareserî ji pirsgirêka kurd" li avahiya TÛHAY-DER a Çûkûrovayê hat destpêkirin di roja 103'yan didome. Di nobedê de ya bi beşdariya Dayikên Aştiyê, tim dirûşmeyên “jin, jiyan, azadî” û “bijî berxwedana zindana” hat berzkirin.    MÊRDÎN    Nobeda Edaletê ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi awayekî demokratîk çareserkirina meseleya kurd li avahiya DBP'ê ya bajêr didome, îro ji aliyê Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ve dewr hat girtin.    Îro endamên Komeleya 78'an a serdana Nobeda Edaletê kirin. Xizmên girtiyan ên di nobedê ku amadekariyên Newrozê dikirin, rojeva wan îro Komkujiya Helebçeyê bû. Di çalakiyê de berprisên komkujiyê hatin şermezarkirin.    AMED   Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Amedê ya bi pêşengiya TÛAY-DER'ê li Amedê hat lidarxistin, di roja 103'yan de didome. Kesên tev li nobeda li DBP'a Rezanê bûn, kincên nivîsa "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye" nivîsandî li xwe kirin.    Di nobedê de îşaret bi çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan hat kirin. Xizmên girtiyan xwestin dengê girtiyan bê bihîstin û doza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin.    ÊLIH    Nobeda Edaletê ya li Êlihê ya li avahiya DBP'a bajêr di roja 45'an de didome. Parlementerên DEM Partiyê Zeynep Odûncû, Mehmet Ruştu Tiryakî, Namzeta Hevşaredariyê ya Êlihê Gulîstan Sonuk, Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên bajêr ên DBP û DEM Partî û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê serdana nobedê kirin.    Di nobedê de tim dirûşmeya “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê serok jiyan nabe” hatin berzkirin.    ÎZMÎR     Nobeda Edaletê ya bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Xizmên Girtî û Hikumxwaran re (EGE-TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) di roja 41'emîn de berdewam dike. Di çalakiya nobedê ya li avahiya DEM Partiyê ya navçeya Bûcayê de, xizmên girtiyan timî dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.   Li vir xizma girtiyê nexweş Abîde Bayram axivî û diyar kir ku gelê kurd li ber xwe dide û îsal wê bibe sala aştiyê. Bayramê diyar kir ku girtî di bin tecrîdê de di greva birçîbûnê de ne û got: "Em dibêjin aştî, ew dibêjin şer. Bi hêviya ku aştî û aramî pêk were. Em ê ji van aloziyan xilas bibin."   Piştre Hevseroka DEM Partiyê ya Navçeya Bûcayê Nurşen Ataman axivî û got: "Em tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên di girtîgehê de qebûl nakin. Em azadiya hemû girtiyên xwe yên li girtîgehan dixwazin. Ez silav û rêzên xwe pêşkêşî hemû kesên di Nobeda Edaletê de dikim."   Çalakiya nobetê bi dirûşmeyan bi dawî bû.