Rêxistina DEM Partî ya Êlihê: Em ê di warê hevserokatiyê de paşde gav neavêjin 2024-03-16 20:35:09   ÊLIH - Rêxistina DEM Parti ya Êlihê bi rêxistinên civaka sivil re hat gel hevdu û li vir derbarê pergala hevserokatiyê de wiha hat gotin:"Pergala hevserokatiyê xeteke wiha ye ku em gavê paşde neavêjin."   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ya Elihê bi rêxistinên civaka sivil û rojnamegeran re li Êlihê hat gel hevdu. Namzeta Hevşaredariya Êlihê Gulistan Sonuk, hevserokên DEM Partiyê yên Êlihê Songul Korkmaz û Mustafa Mesut, Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya Rêveberiyên Herêmî ya DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî tevli hevdîtinê bûn.   Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya Rêveberiyên Herêmî ya DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî li vir da zanîn ew vê pêvajoyê ne bi şikandina dil bi qenehkirinê wê bi rê ve bibin. Her wiha Mehmet bal kişand ser pergala hevserokatiyê û got aliyekî li dijî pergala hevserokatiyê ye heye lê belê tu nîqaş derbarê vê yekê de di nava partiyê de tune ye û got hevserokatî xeta wan a mor e.   Namzeta Hevşaredariya Êlihê Gulistan Sonuk jî diyar kir ku da zanîn ew ê têkoşîna paradîgmaya azadiya jinan mezin bikin û got wê xebatên wan zelal bin û kesên bixwazin dikarin tevli civînên wan bibin. Gulistanê da zanîn wê texrîbatên qeyûman ji holê rakin û got ew ê ji bo Êlihê projeyan têxin meriyetê.   Hevseroka DEM Partiyê yên Êlihê Songul Korkmaz jî da zanîn ew ê dengekî zêde bigirin û bi vî rengî li dijî êrişan bibin bersiv.   Hevserokê DEM Partiyê yên Êlihê Mustafa Mesut Tekik da zanîn tê xwestin yekîtiya neteweyî ya gelê kurd bê xerakirin û got lê belê ew ê bi ser nekevin gelek hevalên me kedeke mezin didin.