Besê Anûş, hê jî ji bo milyonan jinan dibe îlham 2024-03-17 09:01:27   ÎZMÎR - Besê Anûş a yekemîn jina ku di Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de jiyana xwe ji dest daye, 43 sal in ji bo bi milyonan jinan bûye îlham.   Di ser salvegera koça dawî ya Besê Anûş a yekemîn jina ku di Têkoşîna Azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest da, derbas bûn. Wêrekiya Besê Anûş a ku di nava têkoşîna azadiya gelê kurd de xwedî cihekî girîng e, ji bo jinên kurd û elewî hîn jî cihê îlhamê ye. Anûş a ku li dora agirekî wesiyeta xwe ji hevalên xwe û gelê xwe re got "Eger ez şehîd bibim, ez bawer im wê bi sedan jin çeka min hildin", hê jî ji bo jinên bazarcixî û hemû jinan cihê wêrekiyê ye.    SERÎ NETEWAND   Besê di sala 1960'î de li gundê Mistolî yê navçeya Esmapur ya navçeya Bazarcix a Mereşê hatiye dinê. Besê ku di jiyana xwe ya kurt de di serhildanên mezin cih girtiye, zaroka 6'an a malbatê ye. Paşê tevî malbata xwe li Bazarcixê bi cih bûye û dibistana navîn li vir xwendiye. Di sala 1977'an de bi Mehmet Gencer re dizewice. Çîroka Besê ya ku jiyaneke li derveyî zewaca klasîk jiyabû, wê ber bi serhildaneke mîna navê wê watedar ve dibe.    Di sala 1977’an de Besê ku bi Mehmet Gencer re zewicî, di sala dawî ya dibistana navîn de dest ji dibistanê berda. Besê û Mehmet di civakê de zewacê red kirin û wekî du hevrê jiyan û xebatên xwe yên şoreşgerî berdewam kirin. Dema di 27'ê Mijdara 1978'an de navê PKK'ê hat bihîstin, Besê yek ji jinên yekemîn bû ku PKK'ê nas kir. Pêşketinên ku wê ber bi vê serhildanê ve bir, Komkujiya Mereşê bû ku wekî destpêka pêvajoya derbeya 12'ê Îlonê tê dîtin. Besê ku piştî qetlîamê zêdetir dest bi xebatên şoreşgerî kir, di operasyona ku piştî îlankirina damezrandina PKK'ê li Bazarcix dest pê kiribû hat binçavkirin. Ew îşkence kirin.   Besê ku piştî serbestberdana xwe zêdetir giranî da ser xebata xwe ya şoreşgerî, di derbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'an de hat binçavkirin û heta ku tevahiya bedena wê şîn bû rastî îşkenceyê hat.   Besê piştî ku hat berdan, dîsa bi hovîtiyeke nû ya binçavkirinê hat binçavkirin. Dema neaxivî dîsa hat berdan lê vê carê berê xwe da çiyê, tevli PKK'ê bû. Besê di Adara 1981’ê de li herêma bi navê “Kela Piçûk” a li ser Çemê Aksûyê ku di navbera taxên Musolar û Şoiyon yên Bazarcixê de derbas dibe, di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Nêzî 3 hezar kes beşdarî merasîma cenazeyê Besê bûn.   Besê Anûş 43 sal in ji bo mîlyonan jinan dibe îlham. Tevgera jinên Kurd îro têkoşîna jinê ya bi pêşengiya Anûşê bi felsefeya "Jin jiyan azadî" ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve gihandiye cîhanê.