Namzetên Qaxizmanê: Wê navê MHP'ê jî neyê bilêvkirin 2024-03-17 09:23:42 QERS - Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê Guner Hatay û Mehmet Alkan diyar kirin ku Şaredariya Qaxizmanê ya 10 sal in ji aliyê MHP'ê ve tê birêvebirin, tu xizmet nekiriye û gotin ku piştî hilbijartinê dê li navçeyê navê MHP'ê neyê bilêvkirin.  Qaxizman yek ji wan deveran e ku encamên hilbijartina wê tê meraqkirin. Navçeya ku demekê şaredariya wê ji aliyê kevneşopiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hatiye birêvebirin, 10 sal in şaredariya wê ji aliyê MHP'ê ve tê birêvebirin. Şaredariya ku her tim bi gendelî û deynan di rojevê de ye, tu xizmeteke berçav nekiriye. Namzetên Hevşaredariyê yên Qaxizmanê yên DEM Partiyê Guner Hatay û Mehmet Alkan diyar kirin ku ew bi îdia ne ku Şaredariya Qaxizmanê bi dest bixin tev digerin û gotin: "Dê navê MHP'ê jî neyê bilêvkirin."    Namzeta Hevşaredariyê Guner Hatayê jî diyar kir ku pergal tu carî naxwaze jin di siyaset û jiyanê de pêş bikevin û behsa projeyên xwe yên ji bo jinan kir. Hatayê got: “Ji bo jin nasname û hebûna xwe nas bikin projeyên me hene. Her wiha ji bo ziman, huner, çand û keda jinan zêdetir xuya bibe em ê kooperatîfeke jinan ava bikin. Ji ber ku li vir hilberîna zebze û fêkî zêde ye. Di vî warî de keda jinê gelek e, lê ev ked nayê dîtin. Em ê vê yekê diyar bikin. Em ê ji jinan re jî bazaran vekin da ku berhemên hildiberînin bifiroşin. Em ê di warê ziman û çandê de jî kursan vekin. Bi kurtasî em li cihekî ku bandora feodal û olî lê zêde ye dijîn. Jin bi temamî di nava malê de ne. Hûn dikarin jinê tenê dema ku tê nexweşxaneyê bibînin. Li her derê mêr hene û bûye bajarê mêran. Em ji bo şikandina vê ferasetê têdikoşin. Dema em van projeyan di dema xebatên hilbijartinê de ji bo jinan rave dikin, di jinan de kelecanekê çêdike û hêviya wan geş dibe. Bi van projeyên ku em ê pêk bînin, em ê vê feraseta feodal bişkînin û jinan têxin nava jiyanê."   'EV DIJMINÊ KURDISTANÊ NE'   Hatayê diyar kir ku gel ji pergala heyî gazinan dike û got: “Navçeyek ku nifûsa wê 25 hezar e, lê ji aliyê pêşketinê ve wekî gundekî ye. Dema em bi ser bikevin, em ê bi hev re li gorî daxwaz û pêdiviyên gel projeyên xwe pêk bînin. Çemê Arasê di nava bajêr re derbas dibe, lê ji ber kêmbûna avê hemû baxçeyên bajêr ziwa bûne. Mirov dikare vê avê ji bo bax û baxçeyan û ji bo xwedîkirina qazan bi kar bîne, lê bi tu awayî nayê bikaranîn. Ew dijminên Kurdistanê ne. Bi qasî ku ji destê wan tê difiroşin û tune dikin. Beriya her tiştî ger tiştek bê kirin divê bi raya giştî re bişêwirin. Ev erd dikare me hemûyan têr bike."   Namzetê Hevşaredariyê yê Qaxizmanê yê DEM Partiyê Mehmet Alkan ji Partiya Civaka Demokratîk (DTP) di navbera salên 2009-2014'an de li navçeyê şaredarî kir.    Alkan got: "Tevî ku ev 10 sal in şaredariyeke ji aliyê MHP'ê ve tê birêvebirin be jî, feraseta me ya 5 salan a şaredariyê û têkiliyên me yên bi gel re di bîra gel de ne."   Alkan anî ziman ku wan di sala 2009'an de bi 20 mîlyon deyn şaredariyê ji AKP'ê stendiye û got: "Dema em hatin şaredariyê wesayîtên şaredariyê tune bûn. Mînak, agirkuj, alavên avahîsaziyê û kamyon tune bûn. Wesayîtên ku niha şaredarî bi kar tîne, wesayîtên ku me wê demê kirî ne. Ji ber van deynan ancax piştî 2 salan me karibû karî karekî baştir bike. Me li cihên qenalîzasyon tune bû, qenalîzasyon çêkirin. Me kolan asfalt kirin û rê asfalt kirin. Pirsgirêkên avê hebûn, me ew çareser kir. Me Malên Piştgiriya Perwerdehiyê ji bo xwendekarên ku rewşa wan a aborî ne baş e vekirin. Bi gotineke din nêzîkatiya me ya xebata şaredariyê ya 5 salan hê jî di bîra gel de ye."   'EM Ê KOOPERATÎFAN AVA BIKIN'   Alkan îşaret bi wê yekê kir ku çavkaniya sereke ya aborî ya navçeyê çandinî û sewalkarî ye, lê ji ber lêçûnên zêde yên kelûpelan çandinî û sewalkarî wekî berê nayê kirin û wiha got: “Ji xeynî narenciyeyê hema bêje li navçeya me her cure fêkî û zebze şîn tên. Bi taybetî mişmiş, sêv şîn tên. Her wiha, sêva dirêj ku tenê li vir şîn tê, heye. Ji ber ku li vir depoya fêkiyan a sar tune ye, hilberîner fêkiyên xwe dibin cihekî dûr ê wekî Îdirê û di depoyê de diparêzin. Wê yek ji karên me yên yekem jî avakirina depoyek sar be.   Çavkaniyeke din a debarê mêşvanî ye, di vî warî de jî tu destek nayê kirin. Di vî warî de hem ji bo hilberînerên fêkî û sebzeyan û hem jî ji hilberînerên hingiv em ê kooperatîfan ava bikin. Ciwanên ku dixwazin bi van tiştan re mijûl bibin hene. Bi vî awayî em ê pêşî li koçberiya ciwanan bigirin."    'WÊ NAVÊ MHP'Ê JÎ NEYÊ BILÊVKIRIN'   Alkan anî ziman ku gel bêsebr li benda hilbijartinên 31'ê Adarê ye û wiha got: “Gel di wê baweriyê de ye ku em ê bi feraseta şaredarîvaniya gel re em ê van pirsgirêkan çareser bikin. Em ê çavkaniyan li gorî pêdiviyên gel bi kar bînin. Herî dawî em vê dibêjin; Em ê bi gelê xwe re şaredariyê bi dest bixin û wê li vir navê MHP'ê jî neyê bilêvkirin. DEM tê, MHP diçe ku bila biçe. MHP'ê zirareke mezin da gelê me û navçeya me 100 sal paşve bir."