Dayika Zulkuf Gezen: Em xwedî li girtiyan derkevin 2024-03-17 10:17:45   AMED - Dayika Zulkuf Gezen ê li dijî tecrîda li Îmraliyê agir berdaye bedena xwe Havva Gezen, bal kişand ser greva birçîbûnê ya bi daxwaza “Azadiya Abdullah Ocalan” dom dike û wiha got: “Em xwedî li zarokên xwe derbikevin.”    Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di 8’ê mijdara 2018’an de bi daxwaza rakirina tecrîda giran a ser Rêberê PKK’ Abdullah Ocalan dabû destpêkirin, belavî hemû girtîgehan bûbû. Zulkuf Gezen ê ji bo balê bikişîne ser tecrîda li Îmraliyê di 17’ê adara 2019’an li Gîrtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F ya Tekîrdagê de agir berda bedena xwe û jiyana xwe ji dest da. Piştî 200 rojên çalakiya greva birçîbûnê, parezerên Abdullah Ocalan 8 sal şûn de bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk anîn. Bi banga Ocalan jî çalakî di 26 gulana 2019’an de hate bidawîkirin.    Bi ser çalakiya Gezen re 5 sal derbas bûn û tecrîda li Îmraliyê girantir bû. Dayika Gezen, Havva Gezen di salvegera mirina kurê xwe de bang li her kesî kir ku xwedî li girtîgehan derbikevin. Dayik Gezen destnîşan kir ku lawê wê Gezen zarokekî pir comerd bû û wiha axivî: “Dema ku du zarokan şer bikira, diket navbera wan û ji wan re digot ‘Hûn heval in, şer nekin.’ Ji alîkariyê hez dikir, hestiyar bû. Di dibistanê de taybetî jî dema lîseyê de pir serkeftî bû.”    Gezen, diyar kir ku lawê wê di demeke ku zext li ser girtiyan zêde dibû de çalakiya xwe li dar xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şert û mercên çûn û hatina girtîgehan zehmet bûn. Li ser girtiyan gelek zext hebûn. Zulkuf ji me re qala zehmetiyan dikir. Ew çalakiya xwe ji bo şert û mercên giran ên girtiyan li dar xist. Çalakiya xwe di salvegera Komkujiya Helebçeyê de pêk anî. Dema em çûn serdana wî pir bi moral bû. Pirsa hevalên xwe û derve dikir.”    ‘EM SERBILIND IN, ZULKUF DÊ TIM BIJÎ’   Di berfirehiya axaftian xwe de Gezen destnîşan kir jana lawê wê hêj nû ye û wiha pê de çû: “Erê ne di nav me de ye lê tim di dilê me de ye. Min navê wî da neviyê xwe. Ez jê re dibêjim ‘Zulkufê biçûk.’ Niha bavê ‘Zulkufê Biçûk’ jî girtî ye. Piştî şehadeta Zulkuf ji ber dozeke siyasî ya kevn hate girtin. Ji ber navê kurê xwe kiriye Zulkuf di îdianameyê de wek sûcdarî derbas dibe. Anku ew jî ji ber birayê Zulkuf e hate girtin. Tevî van hemûyan jî em serbilind in. Dê Zulkuf her tim bijî.”   ‘EM XWEDÎ LI LAWÊN XWE YÊN GIRTÎ DERBIKEVIN’   Gezen bal kişand ser grevên birçîbûnê yên dom dikin û ev bang li her kesî kir: "Bila êdî mirin çênebin. Divê em wek kurd xwedî li Rêberê xwe derbikevin. Divê em xwedî li zarokên xwe yên di girtîgehan de ne derbikevin. Ji bo ev pêk were divê em bibin yek.”   'ADAR MEHA ŞEHÎDAN E'   Gezen di dawiya axaftian xwe de ev tişt got: “Em di meha adarê de ne. Ez meha adarê ya şehîdan bi rêzdarî bîr tînim. Li pêşiya me Newroz heye. Ez hêvîdar im ku ev Newroz wekhevî, aştî û azadiyê bîne. Dibêjim ‘Newroz pîroz be.’”